Nivîsar

Çima kes xwe li roja zimanê kurdî nakete xwedan?

Li berahiyê pêdivî ye roja zimanê kurdî bideyne niyasîn û bizanîn çima ev roje bi roja zimanê kurdî hatî ye nasandin, roja 15 gulanê roja deriketina hijmara yekê ya kovara (Hawar) li şamê ji aliyê mîr Celadet Bedirxan 1893 (1893ـ 1951) bi roja zimanê kurdî hatiye nasandin, çima ev roje û ne rojeka dî..? Yan çima ne helkefteka dî yan roja derçûna kovar yan rojnameka dî ne…? Di bersiva van pirsiyaranda berî her tiştekî dê bêjim wek di çend nivîsînên xweda min amaje pêkirî, belavbûna yekem hijmara kovara (Hawar) li şamê 15 gulana 1932 despêka şorşeka rewşenbîrî bû, vê şorşê di demekê kurtda sinûr bezandin piraniya herçar parçên Kurdistanê vegirtîn, (Hawar) ê di demekê kurtda pitiriya nivîskarên kurd yên wî serdemî ji hemû deveran û ji her du zaraveyên serekî hembêz kirin û xwandevayên wan dever û zaravan jî kovar hembêzkirin. Ji aliyekê dinive (Hawar) di demekîda deriket ku serê çendîn salan bû li seranserî bakûr û rojavayê Kurdistanê û devera behdînan li başûr û deverên kirmancînşîn li rojihelatê Kurdistanê take yek berperê kurdî nehatibûbelavkirin, belkî axiftin bi kirmancî li gelek ji wan deveran tawaneka mezin bû û sizayên giran li ser hebûn, di vî demê tarî û pirdjwar û di navendeka pirî asteng û rêgirda li 15 gulana 1932 ê (Hawar) mîna rojeka geş kete di şerîda digel hêza tariyê û gişt ew asteng û rêgir şkandin û tarî ji welatî rateqand.

(Hawar) xwandingehek bû di yek demda mamosta bo fêrikirina zimanê kurdî bi tîpên latînî û şagird bo fêrbûnê bi heman ziman û tîp pêgehandin, xwandingehek bû berê wê yê biniyatî li taxekê şamê welatê xerîbyê li nav komeka kurdên mişext û aware, hejar û bê piştevan hatedanan, lê didemekê kurtda sinorên deskird bezandin û pênigavên xwe ber bi seranserî Kurdistanê havêtin û evro piştî borîna tinê 82 salan tîpên latînyên (Hawar) ê rasttire bi tîpên mîr celadet Bedirxanî navikin bûyine tîpên xwandin û nivîsîna kurdî li piraniya Kurdistanê û navendên zimanivanî û rewşenbîrî û mîdiya kurdî li dervey welat.

Niha me zanî çima ev roje û ne rojeka dî, çima ev bîrihatine û nebîrihatineka dî serê çend salekane li bakûrê Kurdistanê û hindek navendên kurdyên der vey welat wek roja zimanê kurdî hatiyedesnîşankirin û di vê rojêda li dûv şiyanên berdestê wan çalakyên zimanivanî û rewşenbîrî dihênegêran û ev roje wek cejneka neteweyî dihêtesaxkirin. Lê li vêrê pirsiyar ewe gelo çima li başûrê Kurdistanê li vê parçeya xwedî destelatdariyeka kurdî, ne tinê giringî bi vê rojê nahêtedan belkî ne destelatdarî û ne jî rewşenbîr û saziyên zimanzanî û rewşenbîriyên vî parçeyê bi vê rojê aşna bûyine û 15 gulanê neketî ye di nav deftera rojijmêra wanda…!! Pirsiyareke û çaverêy bersivê ye.

Xwe li bersivê nagirim û dê heman pirsiyar ji kesên xwedî biriyar û zanko û saziyên zimanzanî û rewşenbîriyên devera behdînan kem, çinku em li parêzgeha Duhokê pitir ji cihên dî peywendîdarîn li gel vê rojê û (Hawar) ê û mîr celadet Bedirxanî û tîpên latînyên kurdî, heke xelkek li cihên dî bi zanîn yan nezanîn, meremek pê hebe yan ne giringyê bi vê rojê nedet, pêdivî bû berî her kesekî em li vê rojî xwedî deriketbayin û berî wê bi çend rojekan me berihevî bo saxkirineva wê kiriban, di demê nivîsîna van peyvanda tinê rojek li pêşiya me ye bo 15 gulanê, nîşanek li ber çav nîne beriheviyek bo saxkirineva vê rojê hatibeekirin û ez dikarim bêjim heke ev roje di hizra hindekanda be ew jî hijmareka kême û ji wan kesanin yên ne biriyar di destanda ne jî çi li berdestan heye tiştekî bo vê bîrihatinê bikin…!!

Musedeq Tovî

Back to top button