Serokê Kurdistanê li gel Nûner û Balyozên Yekîtiya Ewrupa çi axaft?
Îro pênçşem 08.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Balyoz Yana Haybeskova Nûnera Yekîtiya Ewrûpa ya Iraqê û Balyozên welatên Yekîtiya Ewrûpa li Iraqa Federal kir.
Di destpêka civînê de xanim Yana Haybeskova ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ev hevdîtin tekezkirine li peywendiya stratejiya Ewrûpa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê. Ji bo wan hilbijartinên li Herêma Kurdistanê hatine kirin pîrozbahiyê jî li Serok Barzanî kir û bi demokratiyane wesif kir û ezmûna demokratiyaneya Herêma Kurdistanê ji bo navçeya Rojhilata Navîn bi nimûneyekî gelek baş zanî. Eve jî xiste rû ku nûner û şareza û Balyozên Yekîtiya Ewrûpa li dema hilbijartinê de serdana gelek cihên Kurdistanê kirine û ew coşî û kêbirkêya li proseyê da hebû cihê girîngîpêdanê bû.
Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û xweşhaliya xwe jî bi wê yekê ragihand ku bi şahidiya Nûner û Balyozên Ewrûpa di derbarê serkeftina hilbijartinê hêzeke zêdetir bi gelê Kurdistanê dibexşê. Serok Barzanî eve jî behs kir ku li sala 1991 li hevdîtineke cemawerî ya li gel xelkê bajarê Koye ragihandibû ku Herêma Kurdistanê li rêya hilbijartinê li şer’iyeta şoreşgêriyê berev şer’iyeta destûrî hengav davêje û niha jî li gel wan hemû kêmasiyan Kurdistan rêya şer’iyeta destûrî hilbijartiye û li demokrasiyê da berev pêşve diçê.
Li vê civînê de ku taybet bû bi axaftina li ser pêvajoya siyasiya Iraqê, Serok Barzanî li gotarek da ji bo şanda Yekîtiya Ewrûpa rola Kurd li paşaroja Iraq û meseleya şeraketa nîştîmanî ji bo şanda mîhvan şîrove kir. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo têgihîştina li giriftan pêwîste pirsiyar li mahiyeta Iraqê bikîn. Piştî şerê yekemê cîhanî Iraq li ser bingeha şeraketî ya di navbera dû neteweyên serekî Kurd û Ereb hate damezrandin lê belê ev şeraket nehat bi cîhkirin û herdem şer û nexweşî hebûye. Serok Barzanî eve jî xiste rû ku piştî rûxana rejîm Kurd biryar da li gel Iraqê da bimîne û destûrek hate pesend kirin bi wê hêviyê hemû aliyek erk û mafên xwe bizanin û li ser bingeha şeraket pêkve bijîn lê belê cihê daxêye ku îltîzam bi wê destûrê jî nekirin. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste li Iraqê da Kurd şerîk bê û kes wiha bîr neke ku hakim bê û xelkekî din guhgir û hemwelatiyê bi pileya dû bê yan bi mentiqa zorîne û kemîne hukim bike.
Serok Barzanî balkişand li ser hilbijartina 30 nîsanê û bi derfeta dawî zanî ji bo Iraqê eger bi awayeke kirdarî prensîpa şeraket cîh bi cîh bike wê demê dibe ku hêviya hebê û pêkve bimînîn. Li bersîva wan pirsiyarên ku ew merc çine ku Herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirina li Hikûmeta nû ya Iraqê da heye Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêwîste şeraketa heqîqî bi kirdarî biçespê. Serok Barzanî eve jî behs kir ku pêwîste destûr bê bi cîh kirin û hemû xelkê Iraqê hest bikin ku li jiyana siyasiya welat da beşdarin û maddeya 140 a destûr jî bê bi cîhkirin û artêşa Iraqê li ser bingeheke nîştîmanî dabimezrê û kêşeya Pêşmerge bê çareser kirin û yasaya neft û gaz bê pesend kirin û serjimêriya giştî jî bê encamdan û ew saziyên li derveyê destûr hatine damezrandin ji holê bêne rakirin.
Di derbarê bi babeta posta Serok Komar û daxwaza Kurd ya ji bo wergirtina vê postê Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi teşrîfatbûna posta Serok Komar ragihand ku piştî ragihandina fermî ya encaman û piştî wê yekê ku Kurd li wê yekê bawer bê ku Iraq berev rewşa berê ve venagerê wê demê em pêdagîriyê li ser wergirtina posta Serok Komar dikin û bi îstîhqaqekî neteweyî ya Herêma Kurdistanê dizanîn.
Li beşekî dinê vê civînê de Balyozên welatên Yekîtiya Ewrûpa di derbarê paşaroja Iraq û rola Kurd li Iraqê û proseya siyasiya li Herêma Kurdistanê û her wiha pêvajoya koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê komek pirsiyar pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva wan pirsiyaran da.