BDP, HDP û projeya entegrasyonê
Li ser daxwaza serokê PKKê Abdullah Ocalan BDP ji holê rabû û parlementerên BDP tevlî HDPê bûn. HDP projeya Tirkiyebûn û entegrasyona Kurdan bi Tirkanreye. Bi awayek din Projeya teslîmkirina beşek ji tevgera kurd a Kemalîstane.
Di nava BDPê de heta niha tu dengek ku bikaribe rê li vê bûyerê bigre derneket. Ocalan herkêsê ku li dijê vê projeyê derbikeve wek “ neteweperwerên kevneperest“ nav kir. Ji xwe roja PKK derketî holê heta niha tevgera kurd a azadixwaz bi vê gotinê nav kiriye.
Ew alî yan jî kesên ku bi gotina Ocalan wek “ neteweperwerên kevneperest“hatîn navkirin ji salên 70î heta niha çepên Tirk wan aliyan bi kevneperestîyê itham dikin. Ew alî bi xwe ewin ku yên li Kurdistanê xeta netewî diparêzin.
Di nava BDPê de di nava gelêk siyasetmedar û rewşenbîrên kurd de ev pirs tê gotubêj kirin. Di nava BDPê de heta niha kesekî bi dengê bilind ne razîbûna xwe eşkere nekiriye. Lê di civatên teng de dijê vê projê gotina dibêjin. Ev jî ne helwesteke.
Wek din hat dîtin ku li hinek deveran di qadên pîrozkirina 1ê Gulanê de BDP yî tevlî HDP nebûn wek gurubên cuda meşîyan. Di nava tevgera PKKê de çiroskên xeta netewî dê pê bikeve û çareyek din tuneye.
Ji aliyek din gelek siyasetmedar û kesayetên kurd ji bo hinek sedeman BDP parastinê û pişgiriya BDPê kirine. Kêmasî ew wek partiyek kurd dîtine. Van aliyan ji bo tunebûna tu bedîlekî xwe mecbûr dîtine pişgiriya BDPê bikin. Nexwestine BDPê li himber partiyên Tirk kêm bikeve.
Niaha dê helwesta van aliyan çibe? HDP ne partiyek kurd de. HDP projeyek ya girêdana kurdan Tirkiyeve ye. Gelo dê niha helwesta ew aliyên ku pişgirî dayîn BDPê dê çibe?
Gelo ew sedemên ku hinek aliyan xwe mecbûr didîtan û dengên xwe didan BDPê , dê niha jî xwe mecbûrê HDPê bibînin?
Dîtina HDPê gelek vekiriye. Ew zihniyeta Ertugrul Kurkçu temsil dike li dijê berjewendiya kurdan e. Ew zihniyeta mafê dewletbûnê ji bo Filîstiyan diparêze û li dijê dewletbûna Kurdan derdikeve û ragihandina dewletek Kurdî ji bo miletê Kurd rewa nabîne, nikare bibe zihniyeta Kurdan bi xwe.
PKK li ser duriyankiye. Ev yek divê bête dîtin. Ji aliyek din Partî û aliyên din yên siyasî li Kurdistana Bakur li ser vê projeyê çi dibêjin nayê zanîn ji ber ku helwestên fermî di vî warî de nehatine eşkerekirin.
Di vê pêvajoya li Başûrê Kurdistanê ber bi ragihandina dewletek Kurdî ve diçe, ev bûyer beşek ji çalakiyên rêgirtina ragihandina dewletek Kurdiye.
Lê dixweyê ji bo xetmandinê vê pêvajoyê xeta netewî bi zelalî xwedî helweste.
3.5.2014
Dara Bilek