Polîtîk

Gelo Necmedîn Kerîm dixwaze bibe dîktatorê Kerkûkê?

Li gor nûçeyan Necmedîn Kerîm Parêzgehê Kerkukê ji bo rêdana damezrandina Operasyona Dîcle artêşa Malikî anî Kerkûkê û 80 karmendên Komisyona Bilinda Hilbijartinan ji karê wan dûr xist.

Çavkaniyek ji Nivîsîngeha Kerkukê ya Komîsyona Bilinda Hilbijartinên Iraqê wê nûçeyê piştrast kir û ragihand: Necmedîn Kerîm bi plan û bernameyeke kirêt 80 karmendên Komîsyonê ji ber ku kar ji bo Necmedîn Kerîm nekirine wan ji karê wan dûr xist.

Ev tevgerên Necmedîn Kerîm yên berî hilbijartinan nîşana wê yekê ne ku piştî ku Malikî bûye dîktatorê Iraqê li gel wî li hev kirine û diyare ew jî dixwaze bibe dîktatorê Kerkûkê.

 

Back to top button