Serokê Kurdistanê daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Hemwelatiyên ezîzê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêma Kurdistanê
Spas ji bo xweda û we yên ezîz carekî din ew derfet hate holê ku xelkê me yê xweşdivî li rêya sindoqên dengdanê ve biryarê li jiyana siyasî û birêvebirina xwe bidin. Li vê qonaxê da beşdarîkirina we li hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê girîngiyekî taybet û dîrokî heye û senga siyasiya Kurd li Iraqê bihêztir dike. Ji bo bergirîkirina mafên gelê Kurd û rûbirûbûna nehezên gelê Kurd ya li pêvajoya siyasiya Iraqê da daxwazê ji we dikim bi coşî û xweşiyê ve beşdar bibin û nûnerên xwe yên li Encûmena Nûnerên Iraqê hilbijêrin.
Ezîzan
Hilbijartina Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê bandoreke raste rast li ser baştirbûna birêvebirina bajar û bajarokan û xizmetguzariya ji bo hemwelatiyan û her wiha kûrtirbûna çanda demokrasiya li nav civakê de dibe. Daxwazê ji we dikim bi berfirehtirîn awayî beşdariyê li vê hilbijartinê bikin û deng bi wan kesan bidin ku dikarin bi baştirîn awayî xizmeta welatê me bikin.
Bi pêwîstî dizanim daxwaz ji aliyê peywendîdar û dezgehên asayîş û komîsyona hilbijartin û hemû hemwelatiyên birêz bikim ku hewl bidin hilbijartinên roja 30 Nîsanê bi baştirîn awayî birêve biçê û wêneya şaristanî û serdemiyaneya Kurdistanê pîşana cîhanê bidin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.04.2014