Polîtîk

Em amadene ji bo Kerkûkê xwe feda bikin

Mesrûr Barzanî Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê semînarek bo xwendekarên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê saz kir û diyar kir ku ew amadene bo Kerkûkê xwe feda bikin û PDKê jî bi ti awayî dev ji bisteke axa pîroz ya Kurdistanê bernade
 
Îro li Hewlêrê Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di semînarekî de ku bo xwendekarên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê hatibû organîzekirin peyvek pêşkêş kir û behsa rewşa niha ya Kurdistan û deverê kir.
 
Di destpêka vê semînara han de Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi xêr hatina beşdarvanan kir û piştre jî pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên teqîna duhê ya li devera Başîkê kir.
 
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku îro roja bordimankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma dîktator ya Bes a hilweşiyayî ye, di rojeke weke îro di sala 1974an de rejîma dîktator ya hilweşiyayî a Bes bajarê Qeladizê û zanîngeha wî bajarî bordiman kir û di encam de hijmareke zêde ji xelkê wî bajarî û herwiha xwendekarên zanîngeha Qeladizê şehîd ketin û îro em ji wan şehîdan re dibêjin ku emê li ser rêya wan şehîdan bimeşin ku xwîn û canê xwe bo rizgariya Kurdistanê feda kirine didomînin û heta negehêjin zirveya serkeftinê em ranawestin.
 
Mesrûr Barzanî wisa axaftinên xwe domand: “Serdem serdema zanist û zanabûnê ye, lewre gerek genc û ciwanên welatê me xwe bi çeka zanistê pirçek bikin jiber ku genc û ciwanên îro garantorên pêşeroja welatê me ne, lewre dibe bi her awayî hewl were dayîn daku derfeteke baş ya ji bo pêşkeftina wan di warê zanistî de were amadekirin.”
 
Semînator di berdewamiya semînarê de behsa rewşa Kurdistan û deverê jî kir û got: “Niha rewşa Kurdistanê ne wek rewşa welatên din yên deverê ye, Kurdistan di warê abûrî, siyasî, civakî û ewlekarî de di nava rewşeke baş deye.”
 
Mesrûr Barzanî behsa hilbijartinên Parlementoya Iraqê û civata Parêzgehên Kurdistanê jî kir û got:”Pêwîste em bi hevre hewl bo serxistina lîst û namzetên Partiya Demokrat a Kurdistanê bidin jiber ku ev dikarin bi awayekî baş xizmeta Kurdistan û gelê Kurd bikin û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê gelekî girînge jiber ku bi wateya serkeftina Kurdistanekî awedan û pêşkeftiye. PDK baweriyeke bihêz bi namzetên xwe heye ku dikarin peyama gelê Kurd bigehînin Bexdayê.”
 
Derbarê pirsa Kerkûkê de jî Barzanî anî ziman “Bi tenê bi gotin nabêjin Kerkûk dilê Kurdistanê ye belku di warê piratîkî de jî ew yek selmandine û Barzaniyê Nemir şoreşek kiriye qurbaniya Kerkûkê û niha jî em amadene bo Kerkûkê xwe feda bikin û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî bi ti awayî dev ji bisteke axa pîroz ya Kurdistanê bernade.”
 
Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku deriyên mala mezin ya PDKê bo her kesekî vekirîne û her kes dikare di nava refên PDKê de xizmeta Kurdistanê bike.
 

Back to top button