Polîtîk

Aydar dijî serxwebûnê ye û dipirse em sînoran bêxin kuderê?

Siyasetmedar Remzî Kartal û Zubeyir Aydar hevpeyvîneke taybet li gel rojnamevaneke Tirk Aydin Engin kirine û li wir bi awayeke eşkere dijî bernameya Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ya konfederalî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Aydar û Kartal gotine: Em dijî çareseriya Barzanî ne û eve dijî Kurdane. Kurdistaneke biçûk dibe ku dilê hinekan xweş bike lê belê, eve çareseriya pirsa gelê me yê Kurd nake. Tu rabî sê bajaran bistînî bibêjî eve min Kurdistan damezrand, eve çênabe. Dibe ku weku hest çêbibe lê çênabe. Binêrin Iraqê Ereb û Kurd tenişta hev û pêkve dijîn, li Suriyê li gel Ereb, Ermenî û Êzdî û Çerkesan pêkve dijîn. Li Îranê li gel Faris û Ezeriyan pêkve dijîn, li Tirkiyê hun dizanin, em hemû pêkve û li nav hev de dijîn. Çima tu sînoran çêdikî, tuyê sînoran bêxî kuderê? 

Diyare her du siyasetmedar li tenişta Tirkan û li nav Tirkan de dijîn, ji ber wê yekê eger em bibêjin siyasetmedarên nîv Kurd û nîv Tirk ez bawerim ne tişteke eybe ji ber ku ew xwe wisa dibînin. Lê ez ji gotina wan nebawerim ji ber ku ne li nav Tirkanin û ne jî li tenişta wanin, ew her du jî ji zilma Tirkan reviyan niha li Ewrupa dijîn. Meseleya sînorên Kurdistanê jî ew gelê Kurdistanê ku li ser axa xwe dijî wê biryara sînoran jî bide ka wê bêxe kuderê yan jî bêxe nava kuderê. Eger ew jî nebe em dikarin ji LOTIKXANE bipirsin gelo em sînoran bêxin kuderê… Em ji bersîva LOTIKXANE razî ne.

Botanê Êkendî

[email protected]

 

 

 

 

Back to top button