Polîtîk

Altan Tan: HDP serkeftî nabê

Altan Tan Parlementerê Diyarbekir yê BDP ragihand pêwîste HDP bibê partiya kutleya demokratî û herî kêm nîvê kadîrên wê ji dîndarên Tirk û Kurdan pêkbê, heman demî de dibêje eger wiha kar neke, serkeftî nabê.

Altan Tan li hevpeyvîneke rojnamevanî da rexneyên xwe yên di derbarê çûna BDP ya li nav HDP xisterû û balkişand li ser wê yekê ku “Pêwîste li gel çûna BDP ya li nav HDP, hemû Serok Bajarvaniyên vê partiyê jî biçin ser HDP û ez dijî eve me tenê Parlementer bibin HDP”.

Her wiha Tan dibêje: “Niha hemû Tirkiye pêwîstî bi partiyeke dîndar, etnîkî, mezhebî û demokrasî heye, BDP mijul bû bibê ew partî lê belê nekarî. Tu partiyekî sosyalîst û çep nikarê li hilbijartinan de serkeftinê bi dest bîne, lê belê mixabin hinek ji hevalên me ku xwestin HDP dabimezrênin, xwestin 90-95 ji sedî grûpên sostalîstan bixin nava vê hizbê”.

Back to top button