Nivîsar

Li ser nirxandina siyaseta kurd

Piştî salên 1960 an şûn de, pirsa Kurd û Kurdistanê, di nav xort û rewşenbîrên Kurd de, pêwîstî û girîngîya çareserîya pirsa netewî derxist holê. Lê di wan deman de, zêdetir nikaribûn derfetên rêxistinbûnê bi kar bînin û xwe îfade bikin. Mixabin di wan salan de bayê olperestî û çepgirîyê li seranserê cîhanê serdest û bi hêz bû. Dewleta Tirk, ji bo Kurd li ser pirsgirêkên xwe nefikirin û nekevin nav hewldanên çareserîyê, çîrokên “biratîyê” di nav xortên Kurd de belav dikir.Em hemû baş zanin ku partî, rêxistin û sazîyên salên 1970 an li gor prensîbên şerê sar û îdolojîyên hişk hatibûn damezrandin. Kadro û sîyaseta wê demê, li gor pîvanên îdeolojî û kibleyên sîsteman dimeşîya. Partî û rêxistin, li gor dilsozîya îdeolojî û nêzîkatîya berjewendîyên sisteman, ji xwe re kibleyek hildibijartin. Pejirandina kibleyan li gor têkilî û berjewendîyên rêxistinî bû. Rewşenbîr û şoreşgerên Kurd, di bin sîya çepê Tirk de dunya nasdikirin û li gor pîvanên wan nêzîkî pirsgirêkan dibûn. Lewra bi ziman û bi çavên çepgir û rastgirên Tirk dunya nas dikirin.

Ew xortên di bin tarîya dîrokê û bêdengîya salan de, tîrêjên ronahîyê dîtin, bi lez û bi kelacana xortanîyê ketin nav hewldanan. Di demek kin de weke kumukên piştî baranê gelek komel, rêxistin û partî hat damezrandin. Civata Kurd, ji ber ku demek dirêj di bin zilmê de bê rêxistinî bû, ev helwestên nû, di nav gel de zûtir bersîv dît û bi awayekî girsî hemû rêxistin û partî bûn hêzên girseyî. Di salên 1980 an de serok û kadirên hemû rêxistînên Kurd paşve man û nikarîbûn xwe li gor pêwistîya demê biguherînin an jî li ber kadroyên nû û yên zîrek rê vekin. Ev jî bû sedema xitmandin û alozîyên navxwe…

Dewleta metînkar û dagîrker ket nav tirsek mezin. Nizanîbûn wê çewa pêşî li pêlên hişyarbûnê û netewebûnê bigire. Ji alîyekî de di bin sîya “biratîya enternasyonalîstîyê û ummetê” de benîştê “biratîya gelan” hat belav kirin, ji alîyekî din de jî ji bo pêşîya pirsa Kurdîstanê bendavan ava bike dest avêtin rêxistînan. Ji alîyekî ve, bi kûrmên xwe yên tarî, naveroka rêxistinan pûç kirin ji alîyê din ve rêxistînên manîpule avakirin û rê li ber wan vekir.

Îro em dîsa bi hev re li ber ba û bahozên reş; li ber lehî û aşîtan, di bin talûkan de, rû bi rû ne. Jiyana me, geh di bin sîya rojên xweş, geh di bin êşa rojên dijwar de didome, lê mixabin hinek biraderên me wek kurmên hevreşîm her diçe dest û lingê xwe girê didin û di nav qalikên xwe de, xwe di fetisînin.. Rêxistênên me li gor destûr û îcazeta hinek hêz û dewletan xwe bi rêk dikin. Ew kesên ku kirasê rewşenbîrî û berdevkên civatê li xwe dikin weke qeşmerên padîşahan her tim li çepikan dixin û ji xeynî “bijî bijî” tu ayetekê, tu rexneyekê an tu pêşnîyarekê nizanin. Ji bo berjewendîyên wan kesan, karê herî baş fesadî û xirabî ye. Weke Bekoyê Ewan bûne pisporên xirabîyê. Tora internetê, ji xwe re weke qada şoreşê bi kar tînin û bi zimanekî qirêj û bê wate hevalbendîya xirabîyê dikin. Hebûn û helwestên xwe, li gor berjewendîyên şexsî û rojane diafirînin.

Lê baş tê zanin ku doza şoreşê dozek giran e; dozekî berpirsîyar û dozekî fedakarîyê ye. Ango rêya şoreşê jî rêyekî dûr û dîrej e. Ev rê her tim xebat, fedakari û rastîyekî zelal dixwaze. Di vê rê de, hemû cûrên neheqî û tedayê hene, kemîn û xiyanet mirov dorpêç dike. Berjewendîyên demê, ba û bahozên serdest, pirî caran mirov ji rê derdixe. Lê kesên bawermend û ji dil, di hemû deman de dikarin xwe bi parêzin û bi serbilindî bimeşin. Divê mirov tu carî ji rastîyê dûr nekeve.

Ev demek dirêj e, li gor projeyek hûr û kûr, tewandin û kedîkirina civata Kurd ji aliyê hinek siyasetmedarên kurd ve tê meşandin. Fêrbûna dersên di odeyên kozmetîk de tên girtin weke ayetên pîroz bi şagirt û endamên xwe re didin ezberkirin. Ev camerên hanê, bi dehan cara ye ku dixwazin partîyekî Tirkîyê ava bikin. Lê belê, ji hinek nakokî û pirsgirekên navxwe û ji hinek bandorên dervayî wan, damezrandina partîyek Tirkîye çend caran paşve xistin. Lê li gor stratejîye entegrasyona “netewa demokratîk” partîya Tirk hat damezrandin û mixabin “talîmatên dawî” yê nîşan didin ku piştî hilbijartinên heremî wê proja “entegrasyonê” û tevizandina civata Kurd, di bin sîwana partîya Tirk de bidome.

Hinek rewşenbîrên partî û rêxistinan, hinek jî rewşenbîr û civatnasên me ku ew her tim hevalên xurtan e, dev ji kar û barên xwe berdane, dest bi tevizdana hişê mirovan kirine. Bo civata xwe bi xapînin, dest bi derew û leystikan kirine. Piştî ewqas tofan û zordarî, rabûne ji gelê me re dibêjin: `xwînmij û celaddên me gelek başin`. Gelo, ger ew celad ewqas başbûn, we çima li hemberê wan bi salan nerazîbûna xwe nîşan da. Ma hûn ji bo çi, hevaltîya nijadperestan ji berjewendiyên gelê xwe pêştir digirin? Di wê leystikvanîya ji dil de wê çi bikeve destê we? Ma qey hûn nizanin ev nijadperestên hov û bapirên nazîyan, bi saya xwînê li ser lingan mane. Ma hûn qet nabînin ev dest birakên we yên kemalîst jo bo xwîna gele kurd daqurtînin sondên mezin dixwin. Ma qey hûn korin, hûn nabînin her tim berjewendî û rojeva wan bi xwîna gelê me giredayî ye….

Berîya her tiştî hêzek an rêxistinek, an jî partîyek, gava li gor hûqûq û felsefeyek gelemperî neyê damezrandin û di nav rêvebirîyê de mêjî û zimanekî li hevkirî tune be, tiştek ji wê civatê dernakeve! Raman û hizrê wan cûda be û ne xwedî armancek hevpar bin, tû carî nikarin bibin hêz û bersîva çareserîya pirsgirêkan. Ew hêzên bi wî awayî, weke teneka vala li ber pêlên bayê wê bireqise û dengekî bê wate derxe. Ew jî dibe sembola bêbawerî û bêhêvîtîyê. Pêlên ba ji kuda bê, reqsa wan li gor wê pêlê geş dibe û li pey xewnên pûç di quncikên tarî de, ji hevra çîrokên dembihurî dibêjin û hevdû şad dikin.

Em zanin ku gava mafên mîrovan li cîhekî binpê bibe, li wir haqanîyet û rastî ji holê radibe. Keda mirovan binpê dibe û li gor kêf û daxwaza serdestan an jî “serok”an jîyana rêxistinî tê afirandin. Dengê rastîyê tê rawestandin û dengê fesadîyê û xerabîyê li ser jîyana rêxistinî bandora xwe nîşan dide û pêlên xerabîyê belav dikin.

Gava ku li cihekî lîlandina gewendan û şelafan serdest be, li wir ne hûqûq heye, ne jî daxwazên hevpar hene. Ji ber van sedeman, pêwîstîya her mirovî bi hûqûqê heye, bi taybetî jî ya serok, rêber, rewşenbîr û kadroyên serokatîyê pê heye. Gava bi ser nekevin, wê gavê yên herî nêzîkî wan, wê bi pêsîra wan bigirin û wan tawanbar bikin. Divê em xwe ji psîkolojîya bindestî û bêkarîyê rizgar bikin û weke paleyên çêkir û avakir bi xwe re û bi derdora xwe re li hevkirîbin, da kû em bi serbikevin û serfiraz bibin…

Cano Amedî 15/04/2014

Back to top button