Ji bo ewlehiya Kurdistanê çi pêwîstbe emê bikin
Serokwezîrê Kurdistanê bersiva propagandeya ku li dijê kolandina xendekan tê kirin da. Serokwezîr da xuyakirin ku elehiya Kurdistanê parastina gelên Kurdistanê jo bo me ji hertiştekî girîgtir e.
Li ser pirsa kolandina xendekan serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û bala hinek aliyan kişand. Di vê derbarê de serokwezîr got: Em ne li himber kesekî xendekan dikolin. Ji bo ewlehiya Kurdistanê çi pêwîstbe emê bikin. Ji bo ewlehî û parastina gelê Kurdistanê,pêwîstbe emê xendka bikolin û telê jî bikişînin.
Barzanî da xuyakirin ku erkê wan yê bingehîn ewe ku gelê xwe û mafên gel biparêzin.
Di berdewamiya axavtina xwe de serokwezîr got: Em ne ji bo dijminahiya aliyekî gava tavêjin.Kolandina xendekên li tixûbê Kurdistanê ji bo parastin û emniyeta Kurdistanêye.Ji bo vê yekê ew kesên li dijê me kampanyaya li ser derewan rêvedibin divê vê kampanyaya ne rast bisekinînin. Ez temenî dikim ku vê helwesta xwe biterikînin. Em tenê erkên xwe tînin cih.Wek hukumeta Kurdistanê em van tedbîran distînin û emê vê yekê jî berdewam bikin.