Herêmeke parastî li Suriyê mijara parlamentoya Swêdê
Parlementerê Sosyaldemokratên Swêdê, Ibrahim Baylan ji wezîrê derve Carl Bildt wezîrê derve yê swêdê pirsî bê gelo nemimkune li Sûriyê bi desteka Neteweyên yekgirtî (NY) yan jî Yekêtiya Ewropayê (YE) herêmeke parastî bi taybetî ji bo xiristiyan yan kurdan were avakirin
Wezîrê derve yê Swêdê di bersiva xwe ya ji bo Baylan de diyar kir ku siyaseta Swêdê ya derbarê Sûriyê de ew e ku divê pirsgirêk tenê bi riyên siyasetê were çareserkirin, Swêd piştgiriyeke rasterast dide muxalefetê. Wî got di gotûbêjên ji bo peydakirina çareyeke siyasî de raya Swêd ew e ku lazim e hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bin û civaka pirrengî, piretnîkî ya li Sûriyê bê parastin. Ji bo vêya ew alîkariyeke xurt didine NY.
Li gor Carl Bildt hikûmeta Swêd heta niha 1,1 milyar kron alîkariya insanî daye xelkê Sûriyê û mafê penaberiyê daye 35 hezar kesên ji Sûriyê. Di nav hemû dewletên YE de ev hejmara herî bilind e. Lê li ser daxwaza avakirina herêmeke parastî Bildt behsa gelek keleman kir:
“Ez dudil im. Sebeba dudiliya min ew e ku ev dikare rê li ber fermanekê yan jî komkujiyeke etnîkî veke. Em ferz bikin ku avakirina herêmeke wiha mimkun e wê demê wê ji xiristiyanan re bê gotin: ”Divê hûn li vir nemînin, herne cîyê ku ji we re hatiye veqetandin” û berdine wan. Wek din jî divê ev herêma ku bê avakirin ji aliyê hêzeke leşkerî ya girêdayî NY yanî YE ve were parastin. Bêyî konseya ewelekariya NY tiştekî wiha jî ne mimkune. Û wek ku em dizanin razîkirina Rûsya û Çînê di gavavêtineke wiha de wê pêwist be”.
Li ser van argumentên ku Carl Bidlt rêz kirin, Ibrahim Baylan got di şertên normal de ew jî bi dudilî li avakarina herêmên parastî dinêrê lê destnîşan kir ku li Sûriyê êdî rewşeke pir awarte heye. Baylan rave kir ku daxwaza wî ya avakirina herêmeke parastinê ne tenê ji bo koma xiristiyan yan kurdan e lê ji bo hemû kesên sivîl û mexdûrên şer e. Baylan got:
“Bûyerên li Sûriyê şermeke mirovahiyê ne. Cîhan wan bûyeran şermezar dike lê di emel, piraktîkê, de gav nayêne avêtin. Divê îro çi ji destê me tê em bikin yan na wê hukimê tarîxê dijwar be”.
Siyasetmedarekî din ku piştgirî da daxwaza Baylan parlameterê Partiya Gel Ismail Kamil bû. Kamil hişyarî û xebata hikûmeta Swêdê ya ji bo pirçandî, demokrasî û daxwaza hilbijartinên azad bilind nirxand lê got bendewariya çareyeke siyasî ne di cî de ye:
“Bi giştî ev 44 salin ku dîktatoriya bav û kur li Sûriyê berdewam e. Eger mirov li bendê be ku serok û rejimeke bi vî rengî wê xwe tasfiye bike ev xeşîmî ye. Niha şerekî dijwar berdewam e û tahdeyeke mezin li xelkê dibe. Halê hazir di nava Sûriyê de devereke koçber xwe lê bigrin nîne. Lê eger cîyek parastî hebaya xiristiyanên ji Humsê direvin, yan kurdên ku ji Helebê direvin dikarîbûn biçine wir”.
Piştî van gotinên Kamil û Baylan, Carl Bildt careke din dubare kir ku ew avakirina herêmeke parastî di şertên îro de mimkun nabîne, lê di helwesta wî de nermahiyek berbiçav jî dihate dîtin.
“Ez ne li hemberî pirsa avakirina herêmên parastî me. Berevajî di vê rewşa kambax ya Sûriyê de divê mirov her tiştî û hemû riyan biceribîne”.
Û bi vê bersiva dawî ya Carl Bildt xuya bû ku Ibrahim Baylan jî qayîl bû. Di dawiya nîqaşên ser Sûrî de wî got:
“Ez di vê axavtina wezîrê derve de riyeke gihîştinê dibînim û ez hêvîdar im em bikaribin vê gotûbêjê zindî bihêlin”.
(Beşîr Kavak/Zayele)