Barzanî cejna Aşûrî, Kildanî û Suryaniyan pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Aşûrî û Kildanî û Suryaniyên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.
Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêkvejiyana aramî ya hemû pêkhatên neteweyî û olî yan ve dike û em hemû li benda ewe bûn ku li Iraqa nû da wê tebayî û mînaka xweşika pêkvejiyana ku li Kurdistanê heye li seranserê Iraqê da bîbînîn. Ku bi mixabinî, niha bi sedema redkirinên cûda cûda û kûrbûna dûberekî û êrîş û tehdîda li ser jiyana wan, hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê neçarbûne mal û halê xwe bi cîh bihêlin û bêne li Herêma Kurdistanê.
Hêvîdarim her çi zûtire aştî û aramî û rêzgirtin li cûdahiyên hemû Iraqê bigrê û hun yên ezîz jî hemû salek li jêr sayeya aramî û bexteweriyê de cejn û şadiyên xwe bi xweşî bigêrin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014