Nurî Malikî: Xwîn bi Xwînê
Li Bexdayê, duhî roja şemiyê 22ê adarê, rojnamevan û mamosteyê zanîngeha Bexdayê Mihemed Bidêwî Şemerî ji aliyê efserekî ser bi garidya komarî ve hat kuştin.
Radiyoao Îraqa Azad a amerîkayî di malpera xwe de nûçeya kuştina Bidîwî weşand û dinîvîse: ”Mihemed Bidêwî mamosteyê zanîngehê û rêvebirê ofîsa Îraqê ya Radiyoya Îraqa Azad a amerîkayî ji aliyê hêzên ser bi gardiya zêrevanên serokatiya Komarê ve hatiye kuştin.”
Ew efserê berprisê ofîsa radiyoya Îraqa Azad li Bexdayê kuşûtî, kurd e navê wî Ehmed Brahîm Mistefa( 27 sal) ye û ji sala 2009ê were li gardiya Komarî li Bexdayê kar dike. Ew xelkê Qeladizê ye û her piştî bûyerê hatiye giritin û niha dibên lêkolînê de ye.
Li gor hindek çavkaniyan ew bûyer li niqteya kontirola nêzîkî Qesra Komarî qewmiye û wî rojnamevanî nxwestiye li kontirolê rawesta û tewqe lê hatiye kitin û li wir hatiye kuştin.
Li hember vê bûyerê seroaktiya herêma Kurdistanê û hemû parityên Kurdistanê daxuyanî weşandin û ew bûyer bi dijwarî şermezar kiriye û daxwaz kiriye ku, çu kes û alî vê bûyerê weke şerê kurd û ereban bikarneîne.
Lê Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê li hemebr vê bûyerê di daxuyaniyekê de got: ”xwîn bi xwînê”
weke kut ê zanîn Radiyoya Îraqa Azad radiyoyeke Amerîkayê û bernameyên xwe li Praq paytexta Çekiya bi zamê erebî diweşîne. Bernameyên wê hemû ji bo Îraqê ne.