Polîtîk

Akfa: Ji hatina Barzanî em gelek bi hêvî ne

Necdet Akfa Karsaz û Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya bajarê Wanê di derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bajarê Wanê bi awayeke erênî û bi hêvî nirxand.

Akfa got: Em bi vê serdanê gelek keyfxweşin û em hêvîdarin ku hatin û çûna karsazên me ya Herêma Kurdistanê zêdetir bibe, li vî derbarî de me raporek pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê kir. Li vê raporê de me xwest ku deriyeke din li navbera Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê de li sînorê bajarê Wanê bê vekirin. 

Her wiha Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya bajarê Wanê da zanîn ku li rapora xwe de me behsa şiyanên bajarê Wanê yê pîşesaziyê kiriye û hêviya me ya ji bo pêşketina aboriya herêmê gelek zêdeye. 

Back to top button