Merc nîne her çi paşa gotibe rast bê û merc jî nîne wiha nebê!
Bêguman we rêzdaran jî guh li nûçeya tûreyî(acizî) ya hinek li welatên kendavê ya bi terorîst danîna hinek grup û rêxistinên ku bi heq yan jî bi neheq bûne ku paşnavên îslamî li xwe danîne.
Ewê ku li cem min girînge ne karê hikûmetane û ne tûreyî ya paşa û serokên wane jî, hinek bîranîne ji bo take kesan, nexasim ewên xwedî qelemên ku hest bi erkê berpirsiyariyê dikin. Ji ber ku merc nîne her çi mezinan gotibe rast bê! eger li bîra we jî bê li rûpela sênzdehê rojnameya Xebat ya hejmara “1847” li 07/07/2005 da min babetekî “Enîs Mensûr” wergerand û li jêr serdêra (Mezin çawa berpirs hildibjêrin?) min belav kiribû ku têda hatibû:
(Mezintirîn ceribandinê min, li gel herî çilepopê desthilatê welatê min heye.
Gelek li (Sedat)ê nêzîk bûme, hemû rojek çend car min daxwaz dikir û li rêya telefonê ve me pêkve diaxaft.
Hefteyê sê çar car min didît, gelek caran li cem wî taştê, firavîn û şîvê xwariye.
Tiştê wiha min ji wî dîtiye ku tu çavekî nedîtiye û tiştê wiha min jê bihîstiye, ku kes nebihîstiye.
Li dema asayî û nermî û tûreyî û henek kirinê da, min guh daye wan biryarên ku derxistine.
Tu demekî biryarên wî min şaş û mat nekirine.
Lê belê gelek bi handerî ji biryaran sersam dibûm ku çi û kî bûn aliyê dinê derxistina wan biryaran.
Komek zilaman min dît ku bi derdora Serok Sedat ve bûn jêre digotin: Filan kes gelek başe, lê belê mixabin car û bar li dayika xwe dida! ew jî germ dibû digot: Ey hêviya xwedê li dayika xwe dide? de bila nifirên xwedê lê bê! lê belê kes li pey wî de nediçû ku wî li dayika xwe dida, yan dayika wî li wî dida!
Min wiha guh lê bûye ku gotiye: Bi hêviya xwedê filan kes jinekî heye, me ne gotibê: Gelek bê ehleq û bêrewişte û berî dû rojan min yek ji zarokên wî bihîst, li gel lawekî, li meseleyekî siyasî û behsa desthilatê diaxaft, ku diyare ew raya wî bi xwe nebû! raya bavê wî bû! ku wateya wê eweye, ew lawe, beramber hikûmet û hakim, wekî tûtî(papagan) diaxive û raya bavê xwe dibêje, ku ewe rayekî gelek xerap û nepesende!
Ku wiha bû bavê wî zilamêkî xerab û zilamekî napesende! encam ew zilam li wê cihê xwe de, zilamê çalak ya cihê çalak de nîne.
Min bihîst ku li ber Serok Sedat da, digotin: Filan kes dize! raste birayê wî li Amerîka xwendiye, lê belê!…… wate: Birayê wî jî dize ji ber ku nabê ew bi xwe dizbê û birayê wî diz nebê!
Ey mezinê min nabînî Quran difermê û kerem dike (Eger ev diz bê eve birayê wî jî û berî wî jî her diz bû) nedigotin: Qurban ewe behsa eqliyetekî pir li sîtem dike, ku birayên Yusif wiha digotin bi birayê xwe, neku Quran wan nêrînê li vir da nas neke!
Her bi hindê jî temam nedibû, belku digot: Qurban madem xelk wiha dibêjin, diyare divê wiha bê, Wate: ku yekem diz bû, duyem jî diz dibê!
Ku wiha bû mezinê welat dema ji bo pê spardina her karekî, xelkekî hildibjêrê diçê hêviya xwe dibe ji bo: ewên bi dewrû berî wî ne û ji bo xwe hilbijartiye û wan dike şêwirmendên xwe û hêviya xwe jî bi wan dibe yan dezgehên muxaberatiyên xwe û ji wan dipirse.
Li encama bersîva wan de biryar derdixe, êdî bi pileya yekem î’tîmad û baweriyê dixe ser ewên li dewr û ber û bi nêrîna wan ve xelkê dibînê û tîşka wan rewşenkerên li ber cenabê wî ne!
Ewan kî pejirand, êdî biryar ji bo wî derdikeve!… wa wiha ye!.
Nukteyekî(pêkenînekî) Elmanî dibêje: Kabirayekî serxweş, wekî ku bibêjî li pey tiştekî de bigere wiha li dora xwe da dizivire, polîsek nêzîkî wî dibe û dibêje: Li çi digerî? dibêje: Min kilîla mala xwe wenda kiriye, polîs dibêje: Başe li vir ji te ketiye? Kabira dibêje: Nexêr, li destpêka kolanê!
Polîs dibêje: Edî ji bo çi li vir lê digerî?
Kabira dibêje: Axir tîşkê ronahiya wê li vir daye û li vir dide!
Gelek car mezinê welat, li pey wî kesî da digerê ku mebesta wî be, neku li wî cihî kesekî hêja bigerê!
Li ku bê tîşka wî li wire û li nav wan kesên der dora wîne û bi pêvera wane!
Hinek car wiha rêk dikevê ku heq bipeqê, lê belê bi zorê her napeqê.
Êdî çare?
Mezinê welat jî mirove
Westiyabê
Êdî nikare
Merc nîne hemû demê her bikarê biryarê bide, divê bixwîne, heta bizanê sedemên destnîşan kirinê çine? )
Rojnameya El Şerq El Ewsat 03.07.2005 ji nivîsîna Enîs Mensûr.
Rojnameya Xebat hejmara 1847 07/07/2005 rûpela 13.
Mela Emer Çingiyanî