Piştî 29 salan şopandinê
Îro ez pir bi kêf, gelekî geş û hewqas jî şad im ku ez gehame encameke erênî ya bi şopandina di 29 salan de.
Serpêhatiya şopandina 29 salên min li ser pirtûkekê bû,
çîrok weha ye: Pirtûkek di 1446an de bi nave “Kitabi Diyarbekiriya” ji aliyê Ebû Bekir Dehranî ve bi zimanê Farisî li ser hin eşîrên Turkman hatiye nivîsandin, lê xalek jî li ser Kurdan nivîsiye.
Min di 1986an de peyitand ku orijinala pirtûkê li bajarê Besrayê li ba ebûqatekî bi navê Mihemed e. Wê demê min nameyek ji Partiya Demokrat a Başûrê Kurdistanê re hinart ku alîkariya min bike da ez xwe bigehînim pirtûkê. Lê ji ber mercên xirab ên wê demê, mixabin bi dest neket.
Sal 1993 bû, dostekî min bi navê F.Î ji Stembolê pakêtek pirtûk bo min hinartibû. Min dît ku ew pirtûka ku ez lê digerim jî, di navê de ye. Pirtûk li aliyê saziya Dîroka Turk (Turk Tarih Kurumu) ve dîsa bi farisî hatiye çapkirin. Pirtûkê weke du cild weşandine û li têbiniyan bi bimanê tirkî jî hin jêrenot û agahdarî nivîsîne.
Lê belê ew xala ku li ser Kurdan hatiye nivîsandin, ne di navê de bû. Yanî dema pirtûk hatiye çapkirin, ew rûpelên (208-223) li ser Kurdan ji navê derxistine.
Min pirtûkê herf bi herf di ber çavan re bihurandibû û bi sedê caran navê Kurd û Kurdistanê tê de têne xuyakirin.
Ji wê sala 1993yan heta niha (05/03/2014) ez mîna gerok û parsekan li wan rûpelên wendabûyî digeriyam û her bi sebr û semax lê dişopandim. Du roj berê ez gehame wan rûpelên ku bûbûn derd û kula 29 salan.
Sernavê kul i ser Kurdan nivîsiye weha ye: ”Zikrê tewecuhê sahibê qiran bi canibê Ekrad.”
Hêja ye bê gotin ku çend belgeyên din jî yên wisa girîng hene ku ez li pey wan jî digerim. Niha umîda min pir zêde çêbûye ku ez ê rojek ji rojan xwe bigehînim wan belgeyan jî.
Îcar min bi bidestxistina wan rûpelên li ser Kurdan, roja Pêncê Adarê ji xwe re wek Newroz hesiband û pîroziya wê jî çêkir.
Bila çavên me hemiyan ruhnî be.
Gotineke pêşiyên weha heye: “Giya di binê tehtan de namîne û şîn dibe.”
Ez ê di pêş de li ser vê meselê agahdariyeke berfireh ji bo Raya Giştî ya Kurd belav bikim.
Bi hêviya zelalî û ruhnbûna hemû belgeyên wenda û veşartî, her şad û bextewer bin…
Zeynelabidîn Zinar
Bursa 07/ 03/ 2014
[email protected]
PIRTUK: