Barzanî amadekariya îlankirina konfederaliyê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi amadekariyên ragehandina serbixweyî û piştre ragehandina konfederaliyê ligel İraqê kiriye û di civîneke ligel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de jî bi wan şêwiriye.
Çavkaniyekê ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji BasNewsê re eşkere kir wek bersivekê bo wê destpêşxeriya Barzanî, wan jî pêşniyara ragehandina serbixwebûnê kirine. Ji aliyê xwe ve parlamenterê berê û yek ji serkirdeyên Yekgirtûya Îslamî Xelîl Îbraîm piştrast kir ku Barzanî ew pêşniyar daye partiyên Kurdistanî û bi wan şêwiriye.
Xelîl Îbrahîm wiha axifî: ‘’Peywendiya konfederaliyê di navbera du welatên cuda de tê girêdan, loma divê Herêma Kurdistanê ji bo wan corên peywendiyan pêşwext cûdabûna ji İraqê û serxwebûnê rabighîne, pêdiviya vêna jî bi amadekarî û xwesazkirinê heye.’‘ Îbrahîm tekez kir ku li ba Yekgirtûya Îslamî ragehandina dewleta serbixwe stratejî ye û kar ji bo ragehandina mafê çarenivîsa xwe dikin.
Îbrahîm wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Em wek Yekgirtûya Îslamî piştgiriya wê pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê dikin. Herwiha pêdiviya vê projeyê bi fikir û danîna nexşe-rêyekê heye û bi awayê reaksyonê çênabe. Serkirdeyê Yekgirtûya Îslamî tekez kir ku Barzanî heman pêşniyar daye partiyên din ên Kurdistanê jî.(Bas)