Civak

Newroz nêzîk dibe, cilûbergên we yên Kurdî amadene?

Wekî ku her kesek dizane 21 Adarê cejna neteweyiya Newrozê ye û li vê cejna neteweyî de hemû Kurd bi taybetî Kurdên Başûrê Kurdistanê bi jin û mêr ve cilûbergên Kurdî li ber dikin.

Niha li nav modela cilûbergê Kurdî yê mêran de herî zêde modela cilûbergê Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê tê dirutin û firotin. Her wiha yê jinan jî herî zêde modela Kewê tê hezkirin. Gelek dirutingeh ji niha ve bi şev û bi roj dixebitin ku bikaribin wan daxwazên muşteriyên xwe ji bo Newrozê amadebikin.

Bazara dirutingeran ya Qeyseriya bajarê Hewlêrê ji ber nêzîkbûna cejna neteweyiya Newrozê qelebalixiyek ber bi çav tê dîtin û dirutinger ji ber zêdebûna kar bi şev û bi roj kar dikin û dixwazin wan xwestên muşteriyan xelas bikin.

Back to top button