Polîtîk

Balyozê Japonya: Şerefeke mezine ku ez hatime Kurdistanê

Berî nîvroya îro çarşem 26.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Kazuwiya Naşîda Balyozê nû yê Japon li Iraqa Federal û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqa Federal spasiya rexsandina vê hevdîtinê kir û hatina xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî bi şerefekî mezin zanî û amadehiya welatê xwe jî ji bo geşepêdana peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li warê siyasî û aborî nîşan da. Her li vê hevdîtinê de Balyozê Japon geşbûn û pêşketina aramiya Herêma Kurdistanê bi babetekî sosretî da zanîn û eve jî behs kir ku ew taybetmendiya Herêma Kurdistanê teşwîq û handerekî başe ji bo veberhênerên Japonî bêne Herêma Kurdistanê.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina germa şanda mîhvan ragihand ku xelkê Kurdistanê rêzekî taybetî ji bo gelê Japon û dîrok û kultûra wê heye û her wiha Japon li rêya teknelojiya û pêşketinê ve xizmetekî mezin li mirovayetiyê kiriye û bi tevahî amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşketina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Japonya de nîşan da.

Di derbarê pêvajoya siyasî û emniya Iraqê ku Balyozê Japon wekî tehdidekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê wesif kir, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku teror mezintirîn kêşe û tehdide li ber pêşketina Iraqê û ji bilî wê behskirina kêşeyên siyasiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rûyê xerapa desthilatdariya li Iraqê da tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê piştî sala 2003 hewl daye yarmetiya pêvajoya siyasiya Iraqê bide lê belê eger li Bexda îradeya çareseriya kêşeyan nebê wê demê yarmetîdana me jî bê sûde. Her peywest bi kêşeyên Herêm û Bexda Serok Barzanî ragihand biryara birîna budçe û mûçeyên Herêmê neyasayî û nedestûrî û neexlaqiye û zexteke nerewaye li dijî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.

Pêvajo û jiyana penaberên Sûriye û her wiha koçberên navxweya Iraqê li Herêma Kurdistanê û pêvajoya Sûriye û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Back to top button