Polîtîk

Girêya pêkanîna hikûmeta nû vebû

Li gor nûçeyeke malpera Livînpress, her sê aliyên serke; Partiya Demokrata Kurdistanê, Tevgera Goran û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser her sê wezaretên nakokbar li hev kir.

Her  sê wezaret, wezareta karûbarên navxwe, wezareta darayî (malî) û wezareta pêşmerge ji aliyê her sê partiyên serke yên herêma Kurdistanê ve hatin yekalî kirin bi vî awayî:

1-      Wezareta pêşmer ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê

2-      Wezareta darayî ji bo Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê

3-      Wezareta karûbarên navxwe ji bo Tevgera Goran

 

Bi vî awayî girêya pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê hat vekirin û di nava du heftiyan de hikûmeta nû a herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike

Back to top button