Serokê Kurdistanê raya pênç partiyên Kurdistanî wergirt
Li çarçêweya wan rêze kombûnên li gel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê da heye îro çarşem 19.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel pênç Partiyên Kurdistanî civiya ku ji Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Partiya Şu’î(Komunist)a Kurdistanê, Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê û şandekî lîsta Arasteya Sêyem ku ji Partiya Karker û Rencberên Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên(Kedkar) Kurdistanê pêkhatibûn.
Di destpêka kombûnê da nûnerên pênç Partiyên Kurdistanî bi xêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê kirin û ji bo wê serdana Ewrupa û beşdarîkirina li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos destxweşiyê li rêzdar kirin.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji amadebûyên kombûnê kir ku bîr û raya xwe yên di derbarê pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixin rû. Nûnerên aliyê beşdarbuyên civînê tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste li pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê de lezê bikin.
Li beranber da Serok Barzanî bi dirêjî behsa kombûnên xwe yên li gel aliyê serketiyên hilbijartinê û wan hengavan kir ku bi navê pêkanîna kabîneya nû ya Hikumetê da hatine avêtin û ragihand ku pêwîste li demeke nêzîk de rêkarên pêkanîna kabîneya nû bigihin encamek.
Li mijareke dinê kombûnê da behsa rewşa siyasî û aboriya Kurdistanê û peywendiya Herêma Kurdistanê û Bexdayê kirin û encama danustandinan xistin rû. Her wiha rewşa siyasî û emniya Iraqê û pêşketinên wê nirxandin.
Li babeteke dinê civînê de behsa rewşa Suriye kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste helwestekî hevbeş di navbera aliyên siyasiyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rojavayê Kurdistanê hebê û aliyên siyasiyên rojava jî hevkar û yekhelwest bin.
Li dawiya kombûnê da amadebûyan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin ku li gel hemû aliyên Kurdistaniyan komdibê û eve jî bi nîşana girîngîpêdana rêzdar ya bi raman û nêrînên cûda cûda de dane zanîn.