Polîtîk

YNK helwesta xwe li himber PYDê diguherê

 Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar hişyarî da Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û got: ‘‘Divê PYD pirsgirêkên xwe yên ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê çareser bike.’‘

Mela Bextiyar di ser gotara hejmara îro ya rojnameya Çawdêr de ku ew bi xwe xwedan îmtiyaz û sernivîskarê wê ye, balê dikşîne ser heqîqeta peywendiyên YNK’ê ligel PYD’ê û li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û berpirsên PYD’ê radiweste û herwiha pêşniyar dike ku bi rêya gotûbêjê hewla çareserkirinê bidin.

Mela Bextiyar wiha nivîsiye: ‘’Di civînên me yên ligel berpirsên kantonên Rojava de me ji wan re got, eger Serokatiya Herêma Kurdistanê îtirafê bi we neke, pirsgirêkên xwe ligel Serokatiya Herêmê çareser nekin, dawî li pirsgirêkên xwe yên ligel hêzên Kurdistanî yên Rojava neyînin, hun li deriyê çi welatekî bidin, dê ji were bibêjin; Çima hikûmeta Herêma Kurdistanê îtirafê bi we nake? Herwiha me egera metirsiya zêdetir jî bo wan anî ziman.’‘

Bextiyar pêbendbûna hizba xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê tîne ziman û wiha dibêje: ‘’Ya herî baş em lezê bikin di girêdana Kongreya Neteweyî de, berî ku mesele aloztir dibin, herwiha em hemû alî di çareserkirina pirsgirêkên niha yên Rojavayê Kurdistanê de beşdar bin.’‘(Bas)

Back to top button