
Berhevkirina birincê Qerecdaxê, ku li erdên volkanîk ên Dîyarbekirê tê çandin, berdewam dike. Li deverên ku makîne nagihin, berhevkirin bi keda desta tê kirin.
Erdên volkanîk ên Dîyarbekirê tamayek pêşkêş dikin ku sînoran derbas dike. Birincê Qerecdaxê ê di meha Adar û Nîsanê de, li vê deverê tê çandin. Ev erd, ku berf û baranê ji çiyayên xwe berhev dikin, tamek taybet didin birincê deverê. Birinc bi ava ku di golan de tê berhevkirin tê avdan. Berhevkirin di Cotmehê de dest pê dike. Baranên demsalî yên îsal berhevkirin hinekî dereng xistine û hin zirar dane.
Cotkareke deverê dibêje ku; “Ew birinc e ku li zeviyên di nav keviran de şîn dibe. Niha, em berhemeke pir baş a birincê Qerecdax distînin. Dema ku hûn vê birincê tam bikin, hûn ê nikaribin birincek din bixwin. Ji ber ku tama wê bi tevahî cûda ye. Em ji bazarên navxweyî û navneteweyî siparîş digirin. Li vir bi sedan gund hene. Em erdên xwe bikar tînin. Gelê me jî ji vê xebatê sûd werdigire.”

Cotkarekî destnîşan kir ku ew li deverên ku makine ji ber erdê çiyayî nikarin têkevinê, bi dest çinînê dikin û got, “Piştre em wê diçirînin. Piştî ku em hişk dikin, em wê dibin kargehê. Îsal, bihayê wê li dora serê kiloyê dora 150-160 lîreyê tirkiye. Ji ber baran û bayên dawî, birinc ket. 60-70 ton windabûn heye. 5-6 milyon [Lîreyê Tirkî] windahiyek darayî ya me heye.”


