
Hikûmeta Britanya ji welatiyan re daxwaz kiriye ku ji bo bûyerên hewayê yên dijwar, êrîşên sîber û gefên terorîst yên rûbidin , herî kêm sê rojan xwarin û avê kom bikin.
Kampanyaya “Amade Be” ku ji hêla hikûmeta Brîtanya ve hatî destpêkirin, armanc dike ku malbatan ji bo karesatên xwezayî, êrîşên sîber û astengiyên binesaziya krîtîk amade bike.
Di çarçoveya kampanyayê de, ji welatiyan re tê daxwaz kirin ku ava vexwarinê (3 lître ji bo her kesî rojane, bi tevahî 9 lître ji bo sê rojan), xwarinên nexirab, pêdiviyên alîkariya yekem, çira, betanî, pere û radyoyên bi pîlê dixebitin stok bikin.
Hat destnîşankirin ku di rewşên awarte de dikarin xizmetên elektrîk, av, telefon û înternetê werin asteng kirin, û zincîrên dabînkirinê jî dikarin bandor bibin.
“Gef ne hîpotetîk in, ew rast in”
Wezîrê Parastinê Britanya Wes Streeting li tesîseke parastinê li Telford axivî û diyar kir ku divê welat ji bo gefên wekî karesatên xwezayî, êrîşên sîber ên sofîstîke û terorîzma ku ji hêla delean ve tê piştgirî kirin, çêtir amade be.
Streeting hişyarî da ku Rûsya û dewletên din ên dijmin dikarin binesaziya krîtîk a ku di jiyana rojane de tê bikar anîn hedef bigirin û got, “Ev gef ne hîpotetîk in, ew rast in. Ew li vir her ku diçe xuya dibin, ne li cîhek din.”
Wezîr Streeting girîngiya plankirina malbat û karsaziyan ji pêşwext ve ji bo ka çawa bersivê bidin krîzên potansiyel tekez kir.
Streeting di bernameya “Dema Pirsan” a BBC-yê de axivî û diyar kir ku armanca hikûmetê ne tirsandina raya giştî ye û got, “Em dixwazin mirov hişyar bin, lê nekevin panîkê.”
Jarvis destnîşan kir ku hikûmet armanc dike ku bi vê înîsiyatîfê berxwedana welêt li hember krîzan zêde bike, û bi bîr xist ku kampanyayên amadekariyê yên bi vî rengî li Fransa, Îrlanda û Hollanda têne kirin.


