FlaşPolîtîk

“Ya giring ew e ku tu pişta xwe bi zend û baskên xwe girê bidî.”

Serok Barzanî di hevpeyvîneka taybet de ligel kanala “Al Sharqiya”yê, behsa komeka pirsên giring û hestiyar ên girêdayî rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û guherînên Rojhilata Navîn dike.

Serok Barzanî ragihand ku dezgehên destûrî yên Iraqê welat bi rêve nabin, belkî desthilat di destê “dewletkên paralel” de ye. Haydarî jî da ku eger Iraq venegere ser bingehên sereke yên pêkvejiyanê û bicihanîna destûrê, sîstema siyasî dê rastî hilweşînê bibe.

Dîroka Xebat û Federaliyê

Serok Barzanî diyar jî kir ku piştî rûxana rejîma berê di sala 2003ê de, xebata gelê kurd gihîşt qonaxeke nû ku tê de Parlamentoya Kurdistanê federalî erê kir, wek amrazek bo avakirina Iraqeke nû. Herwesa got: “Pareke mezin a xewn û xebata gelê kurd bi cih hatiye, lê ne hemî.”

Serok Barzanî ron jî kir ku federalî bi manaya parvekirina dadperwerane ya desthilat û saman tê, lê baweriya pareke zêde ji desthilatdarên Bexdayê bi vê bingehê nîne û heta niha jî çanda desthilatdariya navendî zal e; li ser vê yekê hişyarî da ku “hukimê navendî berê bi asin, agir, çekên kîmyayî û Enfalê hat ceribandin û şkestin xwar û herifî, lewma her desthilateke din jî berê xwe bide wê rêbazê, qedera wê jî dê her herifîn be.”

Pekxistina Destûrê û Sê Bingehên Sereke

Serok Barzanî tekez jî kir ku piştî 2003ê lihevkirin hatibû kirin ku İraqa nû li ser sê bingehên sereke (hevparî, hevsengî û hevdengî) bê avakirin û destûr jî bi vê ruhiyetê hatiye nivîsîn, lê di rastiyê de nehatiye bicihanîn.

Herwesa got: “Em rastî rewşeke ecêb dibin; em li ser bernameya hikûmeta Iraqê li hev dikin û îmza dikin, lê her ku hikûmet hat pêkanîn, destûr û lihevkirin tên paşguhxistin û gêwlê kesî dibe biryarder.” 

Nîşan jî da ku destûr nexşerê ye bo çareserkirina hemî arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, eger wek dadwer û navbeynkar bê pejirandin, arêşe dê pir bi sadeyî çareser bibin.

Kabîneya Zeydî û doza çekên bêdestûrî

Serok Barzanî piştgiriya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî tekez kir û got: “Zeydî kesekî ciwan e û xwediyê niyeteka pak û durist e, me di pirsên berhingarbûna gendeliyê de bi temamî alîkarî kiriye, û hemî ew tohmetbarên ku pare dizîbûn û hatibûn Herêma Kurdistanê, me radestî Bexdayê kirine.

Di derheqz doza sînordarkirina çekan li bin destê dewletê de jî, Serok Barzanî ev yek wek erkekê giran bi nav kir ji ber hebûna aliyên mifadar ji wan çekan û hişyarî da: “Em hêvîdar in ev pirs negihîje asta şerê navxweyî, ji ber ku di qazanca ti aliyekî de nîne, lê divê çek li bin fermana serkirdetiya giştî be, ne ku her komek bi heza xwe tevbigere.”

Şerê Amerîka û Îranê, gefa DAIŞê û nemana dolarî

Serok Barzanî herwesa got: “Rewşa giştî ya Iraqê girêdayî encamên hevrikî û şerê di navbera Waşington û Tehranê de ye.” Herwesa hişyariyeke tund da wan aliyên ku dijatiya Amerîkayê dikin û got: “Eger Amerîka bi biryareke sade hinartina dolarî bo Iraqê rawestîne, piştî du heta sê mehan welat nikare mûçeyan bide; wê demê ew kesên muzayedeyê dikin bila bersivê bidin ku dê çi bikin? Di demekê de ku dahata Iraqê bi temamî li ser petrol ê ye.”

Li ser vekişîna hêzên hevpeymanan jî, Serok Barzanî ezmûna sala 2011ê bibîr anî, dema ku ji Wezîrê Berevaniyê û Wezîrê Navxweyî pirsîbû ka ew dikarin welat biparêzin û wan jî gotibû ku “heta bingeheke polîsan jî bi wan nayê parastin”, ku paşê bû sedema karesata dagirkirina DAIŞê di sala 2014ê de.

Serok Barzanî herwesa got: “DAIŞ şkestî ye lê hêj gef e, û vekişîna hevpeymanan bêyî lihevkirina dualî derîyî li ber senaryoyên xeter vedike.”

Palamarên dronî bo ser Kurdistanê

Li ser êrişên berdewam jî, Serok Barzanî bi tundî nerazîbûna xwe diyar kir û got: “Herêma Kurdistanê bi ti awayî parek nîne ji şerê Amerîka û Îranê, lê heta îro bêtir ji hezar mûşek û dron arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin, ev jî cihê matmayîn û tundtirîn şermezarkirinê ye.”

Di derheqa rewşa navxweyî ya Îranê de jî, Serok Barzanî tekez kir ku guherîn di Îranê de tenê bi destê gelê Îranê çê dibe, ne bi desttêêwerdana derve.

Madeya 140ê, qanûna petrol û gazê û pişka budceyê

Serok Mesûd Barzanî tekez li ser mafên destûrî kir û got: “Madeya 140ê madeyeka destûrî ya zindî ye, bidawî nayê û em dest jê bernadin.”

Di derheqa qanûna petrol û gazê de jî, eşkere kir ku di sala 2007ê de reşnivîseke nimûneyî bi alîkariya pisporên navdewletî hatibû amadekirin, lê Wezîrê Petrolê yê Iraqê yê wê demê ji ber gotara nijadperestane dijî gelê Kurd ew red kir.

Serok Barzanî herwesa got: “Li gorî madeyên 111 û 112ê yên destûrê, petrol milkê hemî gelên Iraqê ye, û em ligel rêveberiya hevpar in li gorî destûrê.”

Herwisa pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî de li gorî serhejmêriyê diyar kir û got: “Bêyî deverên veqetandî, pişka rastîn a Herêma Kurdistanê di navbera 14% heta 14.5% de ye û divê bê cêgîrkirin.”

Yekkirina hêzên Pêşmergeyan û peyamek bo Rojavayê Kurdistanê

Serok Barzanî proseya Yekkirina hêzên Pêşmergeyan di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de wek pêngaveke dîrokî û neteweyî wesf kir.

Li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî, Serok Barzanî got: “Kurd li Rojavayê Kurdistanê pareke ezîz a laşê me ne, divê bên parastin û em alîkariya wan bikin, bi rêya hevfêmkirinê ligel hikûmeta Şamê daku rewşa xwe biçespînin.”

Serok Barzanî derseka dîrokî berçav kir û ragihand: “Eger te bawerî bi xwe nebe û tu tenê pişta xwe bi hêza derve girê bidî, Amerîka jî be rojek tê te dixe; Ya giring ew e ku tu pişta xwe bi zend û baskên xwe girê bidî.”

Serweriya Iraqê û geşbîniya bi paşerojê

Serok Barzanî tekez li ser parastina keramet û serweriyê kir û got: “Divê Iraqî bi xwe biryarê li ser serweriya xwe bidin û di dema pêdivî de bibêjin na.”

Serok Mesûd Barzanî çavpêkeftina xwe bi peyameke hêvîder bidawî anî û ragihand: “Tevî hemî alozî û astengiyan, ez herdem û berdewam bi paşerojê geşbîn im.”

Back to top button