
Li navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, hejmareke berbiçav ji welatiyan li dijî kuştina ciwanê bi navê Mihemed Hêmin xwepêşanek li darxistin.. Xwepêşander daxwaz dikin ku kesên gule berdane û di bûyerê de cih girtine demildest bên darizandin û cezakirin.
Niştecihên Pirdê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember vê rûdanê kom bûn û bang li aliyên pêwendîdar û dadgehê kirin ku di zûtirîn dem de tawanbar bên girtin û darizandin.
Ji ber beşdariya girseyî ya xelkê, çûnûhatinûçûna otomobîlan li ser rêya sereke bi temamî rawestiyaye. Xwepêşander tekez dikin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn û berpirsyar neyên sizadan, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
Li gorî agahiyên berê, Mihemed Hêmin ew nûciwan bû ku di şerê Pirdê de winda bûbû. Roja din, malbata wî termê wî li beşa Bijîşkiya Dadî ya Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê dîtibû.
Lê belê, malbatê di destpêkê de red kiribû ku termê kurê xwe werbigire; ji ber ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê termê wî bi navê “çekdarê DAIŞê” radestî nexweşxaneyê kiribûn. Malbatê ev tohmet bi tundî red kir û ragihand ku kurê wan hê nûciwan bûye û ti pêwendiya wî bi rêxistina DAIŞê re nîne, lê hêzên ewlehiyê bi şaşîtî ew kuştine û niha dixwazin bi navê “terorîst” wî reş bikin.
Piştî şopandina yasayî û derçûna biryara dadgehê, navê wî hate rastkirin û wek “şehîd” hate tomarkirin. Li ser vê yekê term ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û spartin axê.
Kesûkarên Mihemed Hêmin diyar kirin ku ew ê vê dozê bi vekirî bihêlin û dest ji doza xwîna kurê xwe bernadin. Malbatê destnîşan kir ku Mihemed tekane birayê heft xwişkan bûye û ev neheqiyeke mezin e li wan hatiye kirin; ji ber vê divê hemû berpirsiyarên vê bûyerê bên cezakirin û were ronîkirin ka kurê wan çima û bi kîjan hincetê hatiye armancgirtin û şehîdkirin.


