FlaşPolîtîk

Parlamentoya Kurdistanê dicive…

Parlamentoya Kurdistanê di meha Cotmehê de dê ji nû ve bê aktîvkirin û ji bo vê mebestê jî amadekariyên teknîkî û yasayî di asta herî bilind a parlamentoyê de dest pê kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê di meha Cotmehê de li hev kirine. Li gorî lihevkirinê, di yekemîn rûniştina fermî de Desteya Serokatiya Parlamentoyê tê hilbijartin û posta Serokê Parlamentoyê jî dê ji bo YNKê be.

Derbarê amadekariyên lojîstîkî de, Rêveberê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir got: “Heke aliyên siyasî bigihin rêkeftina dawî û daxwazê ji me bikin, em wek saziya parlamentoyê amade ne ku di kêmtirî 24 saetan de hemû rêkarên pêwîst ji bo aktîvkirina rûniştinan temam bikin.”

Derbarê şêwaza hilbijartina Desteya Serokatiyê de, Bekir aşkere kir: “Di destpêka rûniştinê de, dê sê sindoqên dengdanê bên danîn; yek ji bo hilbijartina Serokê Parlamentoyê, ya duyem ji bo Cîgirê Serokê Parlamentoyê û ya sêyem jî ji bo Sekreterê Parlamentoyê. Piştî dengdanê, dê du parlamenterên ciwan berpirsiyariya jimartina dengan bigirin ser milê xwe û bi vî rengî Desteya Serokatiyê bê diyarkirin.”

Rêveberê Ragihandinê yê Parlamentoyê amaje bi wê yekê kir, piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê, derî li ber hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê vedibe ku divê di nava 30 rojan de baweriya parlamentoyê werbigire. Piştre jî erkdarkirina Serokwezîr û bawerîdana bi endamên kabîneya nû ya hikûmetê dê bê kirin.

Herwiha di nava 30 rojên piştî destpêkirina xebatên parlamentoyê de, hemû lijneyên daîmî yên parlamentoyê dê bên avakirin û dest bi erkên xwe bikin.

Xula Şeşem a Parlamentoya Kurdistanê

Hilbijartinên Xula Şeşem a Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de bi rêjeya tevlêbûna nêzîkî %72ê welatiyan û di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de hatibû lidarxistin. Encamên fermî di 30ê Cotmeha 2024an de bi vî rengî hatibûn ragihandin:

– Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî

– Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

– Tevgera Newey Niwê: 15 kursî

– Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 7 kursî

– Tevgera Helwest: 4 kursî

– Komela Dadgerî ya Kurdistanê: 3 kursî

– Berey Gel: 2 kursî

– Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 2 kursî

– Tevgera Goran: 2 kursî

– Kursiyên Kotayê (Pêkhate): 5 kursî

Back to top button