CîhanFlaş

Endamê Kongreya Amerîkayê: Hevkariya me ya leşkerî ya bi Pêşmergeyan re dê bidome

Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî û di pêwendiya bi telefonê de diyar kir ku hevkariya leşkerî ya bi Hêzên Pêşmergeyan re dê piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Îraqê jî bidome.

Ev pêwendiya bi telefonê di demekê de pêk hat ku dema vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Îraqê nêzîk dibe.

Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh di pêwendiya bi telefonê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku bi xebatên xwe yên dîplomatîk ên bi serkirdeyên herêmê re aloziyan kêm dike û bingeheke jihevtêgihiştinê ava dike.

“Pêşmerge şirîkê me yê sereke ye, hevkariya me dê bidome”

Endamê Kongreya Amerîkayê bal kişand ser rola krîtîk a Hêzên Pêşmergeyan a di têkoşîna li dijî DAIŞê û têkbirina wê rêxistinê de.

Wî da zanîn ku tevî vekişîna hêzên Amerîkayê ya heta dawiya mehê ya ji Îraqê, hevpeymaniya di navbera Washington û Hewlêrê de bi dawî nabe û hevkariya leşkerî ya bi Pêşmergeyan re dê bidome.

Hamadeh her wiha kêfxweşiya xwe ya li ser piştgiriya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump anî zimên.

Bi gotina wî ew hewlên Trump di çarçoveya “Operasyona Hêrsa Destanî” (Operation Epic Wrath) de ne ku ji bo çareseriyeke mayînde û kûr a li herêmê tên meşandin.

Dema vekişînê nêzîk dibe

Ji bo bidawîhatina mîsyona Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê û vekişîna yekîneyên leşkerî, 30yê vê mehê wekî dîroka fermî hatibû diyarkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku di vê pêvajoya veguhastina leşkerî de valahiya ewlehiyê çênebe hewlên xwe yên dîplomatîk didomîne.

Ev hewl ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û parastina aramiya Herêma Kurdistanê bi hevahengiya ewlehiyê ya li gel Amerîka û Hikûmeta Federal a Îraqê didomin.

Back to top button