CivakFlaş

Li Hezo bûyera diltezîn..!

Li Hezo ya navçeya Elihê, zilamekî jina xwe û du zarokên xwe bi kêrê kuşt û dûvre jî xwe dalikand û dawî li jiyana xwe anî.

Li Hezo ya navçeya Elihê, zilamekî jina xwe û du zarokên xwe bi kêrê kuşt û dûvre jî xwe dalikand.

Piştî bûyera tirsnak, Şaredarê Hezo Veysi Işık diyar kir ku navçe di şokeke mezin de ye.

Bûyer îro piştî nîvro li avahiyekî 5 qet de rûda.Piştî bûyer hate sehkirin,tîmên bijîşkî û polîsan şandin navnîşanê. Tîman dema ku ketin hundirê malê, dîtin ku zilamek daliqandî û jina wî û du zarokên wî bi kêrê hatine kuştin.

Tîmên bijîşkî destnîşan kirin ku endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane. Piştî muayeneyan, cenazeyên bêcan ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Piştî bûyera diltezîn, polîsan lêpirsînek berfireh da destpêkirin, di heman demê de Şaredarê Hezo Veysi Işık derbarê trajediyê de ev daxuyanî da: “Em ji ber bûyerek tirsnak hejiyan. Piştî kuştina du zarok û jina xwe, kesê navborî bi daliqandina xwe jî jiyana xwe ji dest da. Ev cara yekem e ku bûyerek wusa li navçeya me diqewime. Em di şokê de ne.”

,

Back to top button