FlaşPolîtîk

Pêşewa Hewramanî: Ji bo pêkanîna hikûmetê zemîneke pir baş heye

Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di konferanseke rojnamevaniyê de encamên civînê aşkere kirin.

Beşek ji axaftinên Berdevkê Hikûmetê:

– Pêwîst e pişka rastîn a Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federal de %14 be ne %12.67, ku ev yek dijberî wê serjimêriyê ye ya ku Bexdayê bi xwe encam daye; lewma em vê bi temamî red dikin.

– Divê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federal de bên garantîkirin û ji hemû kêşeyên siyasî bên cudakirin.

Niha zêdetirî milyonek mûçexur bi rêya projeya “Hejmara Min” mûçeyên xwe werdigirin û serdema nobetgirtina dûr û dirêj a ji bo wergirtina mûçeyan bidawî bûye.

– Pêwîst e Wezîrê Plandananê yê Iraqê derbarê pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî ya federal de, ji bo parlamentoyê bê bangkirin.

– Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî li ser pêkanîna hikûmetê civiyane; nêzîkbûneke gelekî baş di navbera PDK û YNKê de heye. Niha zemîneke pir baş ji bo avakirina hikûmetê heye.

– Şandeya hikûmetê ya ku çûye Bexdayê, kêşeya benzînê ligel şandeya hikûmeta federal gotûbêj dike û pêwîst e rojane 50 hezar bermîl petrol bo me zêde bikin. Kêşe kêşeyeke demkî ye û em hewl didin çareser bikin.

Back to top button