FlaşPolîtîk

Komek çekdarên berê yên HSDê hatin berdan.Lê bo ew hêja di zinadana de ne..

Îro 49 endamên HSDê ya hilweşyayî ku di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de bûn hatin berdan û gihiştin Hesekê.

Beriya niha li ser çend qonaxan gelek girtiyên şerê beriya rêkeftina 29ê Çileya bûrî di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de hatibûn berdan.

Li gorî çavdêran hîn çarenivîsa bi sedan endamên ku di nava rêzên HSDê de bûn, ne diyar e û malbatên wan banga eşkerekirina çarenivîsa wan dikin.

Di vê nûçeya berdana çekdarên HSDê yên kurd di zindanên hukumeta Sûriye de balkêşe. Baş e madem HSDê xwe fesih kir û berpirsên HSDê hinek postên hukumeta Sûriye de hatin bi cihkirin û erkên wan kifş bûn, ji bo çi hêja hinek girtî hene.

Ev yek me ji çend malbatên ku zarokên wan heja nehatîn berdan yan jî windane ku, ew nizanin çarenûsê wan çiye pirs kir. Hinek ji wan malbatan dibêjin ku, ” berpirsên berê yên HSDê tu agahiyek ku em lê bawerbin nadin. Em nizanin hêja girtîne yan na, eger girtîne bo çi nayên berdan?”

Herweha îdiayek di nava xeelkê de heye û dibêjin” Dema HSDê xwe ji deverên wek Dêerzor û rakayê wekişandin, ne vekişandinek xwezayî bû. Berpirsên çekdarên HSDê bê ku agahiyekî bidin revîn hatin hesekê û Qamîşlo, gelek şervan bi destê eşîrên ereban ku di nava HSDê de bûn hatin kuştin. Lê HSDê behsa vê nake û dixwaze vê veşêre. Ji bo vê sedemê jî girtî ref bi ref têne berdan heta ev birîna malbatan sartir bibe.”

Bê guman ev yek îdiayeke ku di nava xelkê de û kolanên rojavayê Kurdistanê tê axavtin. Yên van gotina dibêjin piranî berê yançekdarên HSDê bûn, yan jî di nava rêxistina PYDê de bûn.

Pirs eve; komek çekdarên berê yên HSDê hatin berdan. Lê jo bo ew hêja di zinadana de ne..? Ji bo serokên wan di şêwirmend, walî û parlementerin ,lê hêja ew di zindanan de ne.. Bersiva vê pirsê pewistiyek e. Lê muxatab peyda nabin..

Back to top button