FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziyê li Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê Kir

Îro Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel Cîgirê Admiral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa û şandeke pê re ku ji hejmarek berpirs û şêwirmendên leşkerî pêkhatibûn civiya.

Di civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê amade bû, hevkariya ewlehî û bergiriya Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, kontrolkirina çekan ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve, pengavên yekxistina hêzên Pêşmerge û dawî pêşhatên ewlehî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, spasiya piştevaniya berdewam a Brîtanyayê kir di rahênan û şêwirmendiya leşkerî û ewlehî de bo Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya hevbeş ya ji bo rûbirûbûna bermayiyên DAIŞê û metirsiyên terorê kir.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Admiral birêz Ahlgren tekez kir ku welatê wî bi girîngî li peywendiyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramî û ewlehiya wan dinêre, herwiha amadebûna Brîtanyayê bo berdewamiya hevkarî û berfirehtirkirina hevbeşiya ewlehî û leşkerî ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, dawî pêşhatên Rojhilata Navîn û girîngiya çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan, mijareke din a civînê bû.

Back to top button