CivakFlaş

Dezgeha Weqfa Hemîdê Smaîlaxa peyamek serxweşiyê ragihand..

Dezgeha Weqfa Hemîdê Smaîlaxa, ji bo koça dawî ya Abdulwahid İbrahim Şêx Abdulselam Barzanî peyamek a serxweşiyê ragihand.

Serxweşî

Bi xemgîniyeke mezin me teslîmbûna li hemberî qedera Xwedayê mezin, nûçe ya koça dawî ya xwedan jê razî Abdulwahid İbrahim Şêx Abdulselam Barzanî, ku kesayetiyekî mezin ê malbata Barzanî bû, bihîst.

Em wekî malbat û Dezgeha Weqfa Hemîdê Smaîlaxa, ji dil û giyan şirîkên xema cenabê Serok Mesûd Barzanî û hemû malbata Barzanî ya ne.

Ji Xwedayê dilovan daxwaz dikin ku rehmetî bi rehmeta xwe ya fireh şad bike, wî bike mêvanê bihişta xwe ya nûranî.

Xwedayê mehrîban û dilovan, sebrê bide malbat û hemû hezkiriyên malbatê.

إِنَّا لِلَّٰهِ وَإِنَّا إِلَيْهِ رَاجِعُونَ

Inna lillahi wa inna ilayhi raji’un

Li ser navê Dezgeha Weqfa Hemîdê Smaîlaxa
Serokê Weqfê
Ceng Kilincaslan

Back to top button