
Hat ragihandin ku Cemîl Bayik, rêveberê pileberz ê PKKê, serdana Îmraliyê kiriye û bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Li gorî agahiyên ku Darka Mazî ji çavkaniyên xwe wergirtine û ji hêla çavkaniyên YNKê ve hatine piştrastkirin; Cemîl Bayik, hevserokê KCKê û endamê damezrîner ê PKKê, di hefteya yekem a Tebaxê de bi balafirekê ji Balafirgeha Silêmaniyê çûye Tirkiyeyê.
Bayik, ligel du kesên din, du rojan li Îmraliyê meya ye. Bi vê serdanê re, hema hema hemû rêveberiya payebilind a rêxistina PKKê, ji bilî çend kesan, bi Ocalan re rûbirû hevdîtin kirine.
Kronolojiya Trafîkê li Îmraliyê
Li gorî agahiyên di destê me de, Ebdullah Ocalan piştî banga hilweşandinê ya 27ê Sibatê, du caran bi rêberên PKKê re bi telekonferansê axivîye. Wekî din, trafîka kadroyên payebilind ên ku serdana Îmraliyê kirine roj bi roj zêde bûye:
Hezîrana 2025: Sabrî Ok û Besê Hozat çûn Îmraliyê.
Sibata 2025: Duran Kalkan, Hêlîn Tirk, Raperîn Dêrsim û Bişar Qoser du rojan li cem Ocalan man. Piştî vê serdanê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn.
Tîrmeha 2026: Duran Kalkan bi 2 jin û 2 zilaman re cara duyemîn çû Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re kir.
Rewşa Rêveberên Din: Her çend tê îddîakirin ku Mustafa Karasu bi rêya Rojava çûye Îmraliyê jî, ev agahî hîn nehatiye piştrastkirin. Lê belê, tê gotin ku Karasu ji ber pirsgirêkên êşa dil û nexweşiya vertigo nekaraye siwarî balafirê bibe û dema ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê çareser bibin, ew ê jî biçe.
Derbarê Murad Karayılan de tê gotin ku dewletê serdana wî bi hinceta “heke serdana wî eşkere bibe dê bibe sedema pirsgirêkan” paşxistiye; û Ocalan ji bo Karayılan gotiye: “Ew ji xeta min dernakeve.” Ji aliyekî din ve, tê ragihandin ku di navbera berpirsên jin ên di nav PKK/PAJKê de di derbarê serdana Îmraliyê de hevrikiyeke cidî heye û li dijî pêşniyarkirina Hêlîn Tirk bertekek heye.
Çima Serdana Bayik Watedar e?
Serdana Cemîl Bayik di pêvajoyê de xaleke şikestinê ye. Bayik di Kanûna 2025an de red kiribû ku biçe Îmraliyê û wekî bertek wî xwestibû li derveyî pêvajoyê bimîne, bi hinceta pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê. Wî her wiha banga Ocalan a “bila bête vir niştergehiyê (emeliyatê) bibe” bi helwesteke tund red kiribû. Bayik bi tevahî ji pêvajoyê vekişiya bû, bi hinceta nexweşiyê û wî ji bo Ocalan gotibû: “Serok dîn bûye.”
Lê belê, ultîmatoma Ocalan ku di meha Tîrmehê de bi rêya Duran Kalkan hatibû ragihandin û nerehetiya dewleta Tirk ji ber dûrmayîna Bayik ji pêvajoyê, hevsengî guherandin. Serdana Bayik a bo Îmraliyê —wekî yekane kesayetiya di nav PKKê de ku dikaribû xeteke alternatîf li dijî Ocalan ava bike û bi taybetî bi têkiliyên xwe yên bi Îranê re tê nasîn— nîşana xurtkirina tevahî ya desthilatdariya Ocalan a li ser rêxistinê misoger dike. Tê nirxandin ku heke Bayik vexwendina bo Îmraliyê red bikira, dê li ser jiyana wî metirsiyeke mezin çêbibûya; loma jî wî serdana Îmraliyê qebûl kir.
Stratejiya Dewletê û Serdema Pêşerojê
Ev hevdîtinên bi serokên PKKê re ne ji aliyê dewletê û ne jî ji aliyê rêxistinê ve bi fermî nehatin qebûlkirin. Her çend aliyê Tirkî li ser nepeniya pêvajoyê bi hişyarî tevbigere jî, aliyê PKKê ji bo rêxistinkirina cemawerê xwe agahiyên hevdîtinê dan çapemeniyê.
Serdana hêdî hêdî û perçe perçe ya rêveberên PKKê a bo Îmraliyê eşkere dike ku daxuyaniya giştî ya dewleta Tirk a ku “Tenê 800 kes dê ji qanûnê sûd werbigirin, kesayetên payebilind sûdmend nabin” tenê propaganda ye. Bi rastî, Mustafa Karasu, yek ji kesayetên pêşeng ên rêxistinê, di daxuyaniyekê de di 2yê Îlona 2026an de bi eşkereyî ev niyeta xwe piştrast kir û got: “Em dixwazin biçin Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk bikin.”
Ev hurgulî nîşan dide ku Enqere armanc dike di qonaxa yekem de hêza şer a bingehîn a rêxistinê bi tevahî bêbandor bike, û tenê komeke pir sînordar û kontrolkirî li dora rêveberên payebilind ên PKKê bihêle.
Yek ji mijarên sereke yên ku li pişt perdê têne nîqaşkirin tam ev e: tê gotin ku rewşa dawî ya van rêveberên mayî û pêkhateya rêxistinî dê li gorî hevsengiyên herêmî yên li seranserê Rojhilata Navîn, bi taybetî li Îranê, pêş bikeve û zelal bibe.
Taktîka dewletê ya birina rêberên PKKê ya yek bi yek bo Îmraliyê bi tevahî bi armanca Ocalan re li hev dike ku dixwaze rêberên PKKê di bin kontrola xwe de bihêle. Bi rastî, çavkaniyên di nav rêxistinê de dibêjin ku hem şandeyên Îmraliyê û hem jî kadroyên dêrîn ên PKKya hilweşiyayî dê di pêşerojê de serdanên xwe yên bo Îmraliyê hîn bêtir zêde bikin.
Çavkanî: Darkamazi


