FlaşNivîsar

Neçîrvan Barzanî; Endazyarê Gihandina Hevdû ya Dijberan û Dîplomasiya Navbeynkariyê

Mala Hizrî ya Kurdistanê

Neçîrvan Barzanî; Pirek di nav agir de û vekirina girêkên kor ên dîplomasiyê

Heman serokê ku di serê sibeha 28ê Adara 2026an de, bi riya dronê (balafireke bêfirokevan) li Dihokê cihê wî yê mayînê hatibû armanckirin, tenê çend hefteyan piştre bû pirek an jî kenaleke nehênî ya sereke û pêbawer a peywendiyê di navbera Koşka Spî û navenda nû ya biryardanê ya Komara Îslamî ya Îranê de; wate fermandeyê Supaya Pasdaran.

Wekî ku di belavkirinên nû yên medyaya Amerîkî (Axios) de hatiye piştrastkirin; di 10ê Gulana 2026an de, Tulsi Gabbard Rêvebera Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê (DNI) bi razîbûna rasterast û glopa kesk a Serok “Donald Trump” û cîgirê wî J.D. Vance, peywendiyeke hestiyar bi Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê re kir. Daxwazî tijî guman û metirsî bû; ji ber ku navbeynkarî ji bo piştrastbûn û destpêkirina guftugoya rasterast ligel General Ahmed Vahîdî, Fermandeyê Supaya Pasdaran ligel Amerîkiyan bû. Tenê çar roj piştre di 14ê Gulanê de Barzanî karîbû wê peywendî û piştrastiyê çêbike û Vahîdî û Amerîkî rasterast bi hev re axivîn. Di vê hevkêşeya aloz de, akterekî nedewletî bûye kesekî aktîf ê dîplomasî û heta cihê pêbaweriyê di proseya tijî alozî û gumana navbera du hêzên mezin ên cîhanî û herêmî de.

Di vê nivîsê de em bi pêwîst dizanin di çend teweran de vê rûdanê û rehend, bandor û encamên wê bi hûrî şîrove bikin.

Nermî, Rastgoyî û Aştîxwazî; Sêgoşeya Sermayeya Siyasî ya Serok Neçîrvan Barzanî

Li gorî raporta Axios, Neçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ku di serdema şerê Îran û Îraqê de li Îranê jiyaye û li Zankoya Tehranê xwendiye, bi farisiyeke baş (herikbar) diaxive. Di heyamên çend deheyên borî de torek ji peywendiyên kesî yên kûr û aloz ligel elîta desthilatdar a Îranê û bi taybetî fermandeyên bilind ên Supaya Pasdaran avakiriye. Li hember de jî stratejîstên Washingtonê bi temamî pêbawerî bi wî hene. Brett McGurk ku di serdema çar serokên cuda yên Amerîkayê de wekî rêkxistkarê karûbarên Rojhilata Navîn kar kiriye, Serokê Herêmê wekî kesayetiyekî pragmatîk û çareserkarê qeyranan dide nasîn ku li seranserê navçeyê xwedî pêgeheke rêzdar e û li ba Tehran û Washingtonê bi heman awayî giraniya wî heye.

Ev jêhatiya zimanî û pircandî tenê beşekî biçûk ê pêbaweriyê ye, belkî rehenda mezin girêdayî bikaranîna Neçîrvan Barzanî ji pêgeha pêkhateyî ya Herêma Kurdistanê ye. Bûna herêmekê li derveyî sînorên Îranê, lê hevpar ji rûyê ziman û çandê ve ligel Rojhilatê Kurdistanê, ku di heman demê de hevkareke dîrokî ya Amerîkayê ye di têkbirina DAIŞ û rêjîma Beis de, rewşeke kêmpeyda lê paradoksî çêkiriye. Di vê rewşê de Neçîrvan Barzanî ji ber cografyaya navçeyê û şiyan û pêbaweriya aliyan di navbera du sîstemên cuda yên siyasî û çandî de, dikare di heman demê de destê wî bigihîje herdu alîyan bêyî ku bi temamî wekî girêdayî an jî dûvikê ti aliyekî ji wan bê hejmartin.

Dagirtina Boşahiya Stratejîk li Tehraneke Aloz de

Giringiya vê navbeynkariya Serokê Herêmê dema zêdetir derdikeve holê ku em bizanin di çi boşahiyeke stratejîk a herêmî de serî hildaye. Piştî agirbesta 8ê Nîsanê ku bi navbeynkariya Pakistanê hat kirin û piştî hilweşîna têgihiştina hevpar a navbera Washington û Tehranê di meha Hezîrana îsal de, ji berpirsên Amerîkî re rastiyek eşkere bû: Danûstandkarên fermî yên Îranê wekî Mihemedbaqir Qalîbafê Serokê Parlamentoyê û Ebas Iraqçiyê Wezîrê Derve ti desthilateke yekalîker nînin; biryarên stratejîk tenê di destê serkirdayetiya Supaya Pasdaran de ne.

Ev pircemseriya navenda biryarê li Tehranê piştî rûdanên dramatîk ên destpêka salê kûrtir bû, bi taybetî piştî kuştina Ayetullah Elî Xamineyî ji ber êrîşên 28ê Sibatê yên Amerîka û Îsraîlê û piştre destbikarbûna Mucteba Xamineyî wekî sêyemîn Rêberê Komara Îslamî di 8ê Adarê de. Di vê rewşa aloz de, Amerîkayê pêwîstî bi kenalekê hebû ku ji qerebalixiya Wezareta Derve ya Îranê derbas bibe û rasterast biçe nava dilê navenda biryardanê. Li vir bû ku rol, pêgeh û destpêşxeriya Neçîrvan Barzanî aktîfbûn û giringiya xwe selimand.

Şikestina hewlên berê yên Oman û Qeterê ji bo kêmkirina girjiyan selimand ku navbeynkarên dûr bi tenê di çarçoveyeke sazûmanî de nikarin di qeyraneke leşkerî ya bilez de xwedî bertekên destdemî bin. Li vir qezenca cografî û dîrokî (Proximity Advantage) bû xala bihêz a Serok Neçîrvan Barzanî. Washingtonê fêm kir ku Hewlêr tenê postaçî nîne, belkî akterek e ku bixwe beşek e ji hevkêşeyên asayîşî û jeopolîtîkî yên navçeyê. Li gorî raporta Axios, dema ku Îraniyan ji ber tirsa derçûna zanyariyan a îstixbarata Îsraîlê red kirin ku bên Hewlêrê ji bo civîna nehênî, Barzanî mîkanîzmeke cîgir ji bo ewlehiya Tehranê jî dabîn kir, ku wisa kir generalên Pasdaran pêbaweriyê bi xeta peywendiyê bikin bêyî ku hest bi ketina nav xefikê bikin. Ligel vê yekê jî, di 10ê Tebaxa 2026an de û piştî ku Mucteba Xamineyî pêkhateya nû ya Supaya Pasdaran darişt û şeş fermandeyên bilind guherîn, lê Ahmed Vahîdî wekî fermandeyê giştî hişt, Koşka Spî piştrast bû ku hîn jî kenala Barzanî tenê kilîta li ber destê wan e.

Pragmatîzma Bandordar Di Nav Hevkêşeyên Aloz ên Rojhilata Navîn û Navxweyî ya Îraqê de

Eger li gorî hevsengiya hêzê an jî ast, rêje û qebareya hêzê û rastiya yasaya navdewletî be, Herêma Kurdistanê ji rûyê teorî ve wekî qewareyeke destûrî ya navxweyî ya Îraqê, nabe bandora wê li ser dîplomasiya hêzên mezin hebe. Lê pêşhatên van dawiyan ew bîngeh têk şikandin. Cografyaya Herêmê ligel şiyan, rewabûn, jêhatîbûn, pêbawerî û sermayeya kesî ya serkirdayetiya wê, cureyek ji serxwebûna stratejîk û bandoreke têkel pê baxşiye. Pêgeha jeostratejîk a Herêma Kurdistanê wekî navçeyeke bêalî, dostê Amerîkayê û herdu welatên rojhilat û rojava, û di heman demê de xwedî peywendiya dîrokî ligel Îranê û şiyana guftugokirinê ligel herdu bereyên nermrew û tundrew ên Tehranê wisa kiriye ku giraniya wê ya dîplomasî gelek mezintir be ji qebareya wê ya destûrî di çarçoveya Îraqê de; pirsek ku McGurk di hevpeyvîna xwe ya ligel Axios de wekî “pragmatîzma bandordar” bi nav dike.

Ev bandora derve ya Neçîrvan Barzanî destdemî rengvedana xwe li ser pêgeha navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî heye. Ev hevdem e ligel bihêzbûna peywendiyên Hewlêr û Washingtonê di vê xûla serokatiya Trump de. Dema ku di 14ê Tîrmeha 2026an de, Elî Zeydî, Serokwezîrê nû yê Îraqê li Koşka Spî ji bo gotûbêjkirina parastina hevpeymanên Amerîkayê û rawestandina mîlîseyan çavê wî bi Trump ket, eşkere bû ku Herêma Kurdistanê karta serketî ya Washingtonê ye. Wekî ku Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez li ser kir, qewareya Herêmê stûna bingehîn a stratejiya Washingtonê li Îraqê ye. Vê yekê jî wisa kir ku Elî Zeydî û serkirdeyên Bexdayê fêm bikin ku seqamgîriya (aramiya) hikûmeta wan li Bexdayê girêdayî razîkirina Hewlêrê ye. Siyaseta nermrewane û aramgiriya Neçîrvan Barzanî, dosyeya kêşeyên darayî û destûrî yên Herêmê bi aramiya ewlehî ya seranserê Îraqê ve girêda; ku ev cureyek e ji dîplomasiya sêgoşeyî û pêgeha Hewlêrê li hember Washington, Bexda û Tehranê cîgir û bihêztir kiriye.

Ji Bexdayê ber bi Şam û Tehranê ve; Neçîrvan Barzanî Endazyarê Gihandina Hevdû ya Dijberên Navçeyê

Dîplomasiya Neçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tenê di milmilaniya Washington – Tehran de asê nemaye, belkî berfireh bûye bo dosyeyên aloz ên din jî. Serdana dîrokî ya Barzanî ji bo Şamê di 3yê Tebaxa 2026an de, ku yekem serdana serkirdeyekî Kurd bû piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, werçerxanek (guherînek) mezin bû. Di wê serdanê de peyama navbera Elî Zeydî û Ahmed El-Şer’, Serokê nû yê Sûriyê veguhast û rê ji bo lûtkeya Bexda – Şam xweş kir.

Ev dirêjkirina heman stratejiyê ye ku di Çileya 2026an de cîbicî kir; dema ku navbeynkariya agirbestekê di navbera El-Şer’ û Mazlum Ebdî Fermandeyê HSDê de kir piştî ku Kurdên Sûriyê zêdetirî %80 navçeyên xwe ji dest dabûn. Rêrewa vê dîplomasiyê li Sûriyê, rehendekî stratejîk ê kûrtir hebû; ji ber ku rêkeftin tenê rawestandina şerekî demkî nebû, belkî parastina dawîn xetên berevaniyê bû ji bo rêgirtina li rûxana temam a demografiyaya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Eger Herêma Kurdistanê bi hewara wê rêkxistinê neçûya, hilweşîna wan navçeyan dibû sedema çêbûna qeyraneke mirovî û lehiya bi sed hezaran penaberan bo nava Herêma Kurdistanê; ku ji bilî şikestin û karesata neteweyî, dikarîbû aramiya Hewlêrê jî bixe metirsiyê. Rastî ew e ku Neçîrvan Barzanî dixwaze Herêma Kurdistanê wekî sentera asayîş, aramî, gihandina hevdû û hevsengker nîşan bide û peyameke eşkere jî bide Tehran, Enqere û Washingtonê ku ew endazyarê rasteqîn ê hevsengî û asayîşa Îraqê û hevsengkerê peywendiyan e ligel Îran û Tirkiyê.

Encam û Bandorên Forma Dîplomasiya Navbeynkariyê ya Serok Neçîrvan Barzanî li ser Pêgeha Herêma Kurdistanê – Îraq

Herçend ev ne cara yekem e behsa rola pişt perdeyê ya Neçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tê kirin di warê dîplomasî û beşdarbûna di kêşeyên siyasî de li astekî bilind ê navçeyî (bo nimûne Tirkiye, Îmarat, Sûriye, Îraq û hêzên Kurdî), lê beşdarî û rola vê carê ya wî di gihandina peyama nehênî û dîplomasiya navbeynkariyê de di germahiya şerê xwîndar ê Îran û Amerîkayê de rûdaneke gelek hestiyar û giring e. Bi taybetî ji bo bilindkirina pêgeha akterekî nedewletî yê wekî Herêma Kurdistanê – Îraq.

Dîplomasiya navbeynkariyê an jî dîplomasiya kenala pişt perdeyê (Backchannel Diplomacy) ji aliyê akterên nedewletî ve, yek ji amûrên cuda yên zanista peywendiyên navdewletî ye ji bo avakirina pêgeha siyasî û hêza nerm (Soft Power). Rola eşkere ya Neçîrvan Barzanî di asankarîkirin ji bo guftugoyên herêmî û navdewletî, dê bandoreke mezin hebe li ser bilindbûna xudê pêgeha Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta Îraq û welatên navçeyê de. Bi taybetî dema dibînin welatên wekî Amerîka û Îran pêbaweriyê bi wî dikin ji bo wê erkê.

Ev rola Serok Neçîrvan Barzanî ne tenê destkeftek e ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê, belkî di rastiyê de destkeftek e ji bo temamiya pirsa Kurd li navçeyê de. Ev rol û nêrîna siyasî û dîplomasî ya Serok Neçîrvan Barzanî ji me re dibêje ku Kurd herçend derfet nebûye di pêgeheke dewletî ya xwedî serwerî de hukimraniyê bike û beşek be ji peywendiyên navdewletî li ser asta dewletê, lê eger derfet hebe Kurd dikare wê rolê gelek baştir û pragmatîtir ji beşek ji welatên navçeyê bigire stûyê xwe.

Lê ligel vê yekê jî, rola eşkere ya Neçîrvan Barzanî di asankariya ji bo guftugoyên herêmî û navdewletî, encama pêgeha jeopolîtîk a herêmî û şêwaza dîplomasiya pragmatîstî (Pragmatic Diplomacy) ya Herêma Kurdistanê ye di Rojhilata Navîn de. Em behsa rolekê dikin ku çendan dewletên din ên bihêz û kesayetiyên siyasî hene, di heman demê de jî du dewletên bihêz ên navçeyê (Pakistan û Qeter) ku profîleke wan a baş heye di birêvebirina danûstandinên navdewletî de; lê ligel vê yekê jî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê tê kirin ku vê rolê bibîne. Ya rast ev e, ev ne tenê berhema kêliyekê ye, belkî berhema çendîn salan e di siyaseta hevseng û avakirina sermayeya siyasî û pêbawerî û dîplomasiyê de ku di çend salên borî de Neçîrvan Barzanî kar ji bo kiriye û ji bo akterên siyasî yên navçeyê jî selimandiye ku dikare wê rolê bigire stûyê xwe. Ev tişta ku niha em dibînin, di rastiyê de berhema wî xermanê siyasî û dîplomasî ye ku di karakterê siyasî û kesayetiya Neçîrvan Barzanî de berbiçav e.

1. Bandorên li ser pêgeha Herêma Kurdistanê

  • Bihêzkirina rewabûna dewletmedariyê: Rolbînîna Serokê Herêmê di çend dosyeyên navçeyî û navdewletî, û di dawiyê de jî di nav cergeya şerê Amerîka û Îranê de, wêneya Herêma Kurdistanê ji navçeyeke aloz û sotemeniya şer ve diguhere bo sekoyeke pêbawer ji bo diyalogê. Ev yek jî rewabûna siyasî û dîplomasî ya Herêmê di asta Îraq û hevkêşeyên herêmî û korbendên navdewletî jî bilind dike, bi awayekî ku hesabê pêgeheke siyasî ya taybet jê re bê kirin.
  • Mukomkirina parêzbendiya ewlehî (Security Buffer): Dema Herêma Kurdistanê dibe cihê têgihiştina welatên nakok wekî Amerîka û Îran an jî Tirkiye û Îmarat, berjewendiya wan welatan di parastina aramiya Herêmê de bihêztir dibe. Ji ber ku têkçûna asayîşa Herêmê bi wateya ji destdana sekoyeke bêalî tê ji bo kenalên nehênî û pêbawer ên dîplomasiyê.
  • Bihêzkirina pêgeha dîplomasî li Bexdayê: Pêgeha bihêz a navçeyî ya Herêmê di danûstandinên destûrî û darayî de ligel hikûmeta fîderal, desthilat û hêza manovrdaneke zêdetir li Îraqê pê dibaxşe. Ev yek jî di dawiyê de bi berjewendiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dişkê.

2. Bandorên li ser pêgeha siyasî ya Neçîrvan Barzanî

  • Derbasbûna sînorê navçeyî ber bi dewletmedariyê (Statesman): Dîplomasiya nerm û hevseng kesayetiya Neçîrvan Barzanî ji çarçoveya serkirdeyekî hizbî an jî navçeyî vediguhêze bo siyasetmedarekî xwedî vîzyoneke stratejîk ku şiyana rûniştinê ligel cemserên îdeolojî û siyasî yên temam cuda heye.
  • Avakirina tevgera hevsengiyê (Balancing Act): Hiştina deriyê vekirî ligel Tehran, Enqere, Washington û paytextên Kendavê wisa kiriye ku wekî “pira peywendiyê” lê bê nihêrtin. Ji vî cureyê pêgeha kesayetî re di zanista siyasî de tê gotin Mediator Prestige ku tê de biryardestên cîhanî ji bo têgihiştin ji aloziyên navçeyê penayê dibin ber wî.
  • Mukomkirina giranî di hevkêşeya navxweyî ya Îraqê de: Bûna Serokê Herêmê wekî akterekî ciyê baweriya hêzên Şîe, Sunnî û pêkhateyên din, desthilata bandordar a bi ser arastekirina biryarên siyasî yên hestiyar ên Îraqê zêdetir dike. Ev yek dibe sedema wê yekê ku serkirdeyên siyasî yên din ên Îraqê di pirsên navxweyî û herêmî de pêgeha Serokê Herêmê li ber çav bigirin.

Lê di heman demê de nabe wê yekê jî nedîtî bigirin ku di navçeyeke dijwar û tijî kêşe ya wekî Îraqê de, ev rola dîplomasî ligel destkeftan bê metirsî jî nîne. Rawestana di navenda bereya cemserên bihêz û dijberî hev de pêwîstî bi ragirtina hevsengiyeke berdewam û gelek hûr heye; ji ber ku her laderketinek an jî xeletxwendinek di hevkêşeyan de dikare Herêma Kurdistanê bike qurbaniya rêkeftinên jêr bi jêr an jî rûbirûyî guşara rasterast a yek ji cemseran bike.

Kurte: Hevkêşeyeke Zêrîn Ji Bo Parastina Asayîş û Mayîna Pêgeha Herêma Kurdistanê – Îraq

Herêma Kurdistanê di nav dijyekiyeke metirsîdar û aloz de ye. Di demekê de ji rûyê aborî, nasnameyî û heta jeopolîtîkî ve beşek e ji wê stratejiya ku hinek caran nifûz û berjewendiya welatên navçeyê (bo nimûne Îran) sînordar dike, lê ji rûyê siyasî ve navbeynkariya navbera Tehran û Washingtonê dike. Zalîbûna Serok Neçîrvan Barzanî bi ser vê hevkêşeya tijî alozî û dijyekî de û bidestxistina pêbaweriya dijminên herî mezin ên hev, selmînera wê rastiyê ye ku karîbûye di nav dewleteke tijî kêşe, mîlîsya û bi giştî lerzok û lawaz wekî Îraqê de, xwe wekî kesayetî û akterekî siyasî û dîplomasî li astê aloziya hevkêşeyên Rojhilata Navîn berbiçav bike.

Ji nêrîna zanista siyasî û peywendiyên navdewletî ve, ev rola Serokê Herêma Kurdistanê nûneratiya modelekî pêşketî yê dîplomasiya kenala pişt perdeyê (Backchannel Diplomacy) û dîplomasiya navçeyî ya taybetmend dike. Sererayî wê yekê ku Herêma Kurdistanê qewareyeke nedewletî ye û li gorî teoriyên nerîtî (kevneşopî) nikare di milmilaniya hêzên mezin de rola biryarder hebe, lê ev gav selmand ku nebûna serweriya dewletî dikare bi riya sermayeya pêbaweriya siyasî, berjewendî û nêzîkayetiya cografî û dîrokî û nermiya dîplomasiyê ve bê qerebûkirin.

Di rewşekê de ku welatên wekî Oman, Qeter û Pakistan an jî sazûmanên fermî yên dîplomasiyê nekarîbûn wê kilîtê bibînin û girjiyan kêm bikin, Hewlêr bû yekane kenala bêalî û rasterast ji bo girêdana Koşka Spî bi serkirdayetiya biryardana ewlehî û leşkerî ya Îranê (Supaya Pasdaran) û yekalîkirina agirbest û rêkeftinên hestiyar di navçeyê de.

Li ser asta navçeyî, ev aktîfbûn, wêneya Herêma Kurdistanê ji qadeke aloz û sotemeniya şer ve guherand bo sekoyeke pêbawer ji bo diyalogê û avakirina mertaleke parêzbendiya ewlehî; bi awayekî ku parastina aramiya Hewlêrê bû berjewendiyeke bi kom ya hêzên herêmî û cîhanî. Hevdem li ser asta navxweyî ya Îraqê, cîbicîkirina vê dîplomasiya sêgoşeyî, pêgeha Hewlêrê li hember Bexdayê cîgir û bihêztir kir. Ji ber ku desthilatdarên Bexdayê hest bi wê kirin ku Herêma Kurdistanê ew qewareya lawaz nîne ku tenê di çarçoveya siyaseta Îraqê de asê bimîne, belkî aramiya siyasî û hukimraniyê li Îraqê girêdayî pêgeha Hewlêrê ye, ku dikare ji bo Îraqê jî sûdmend be. Ev yek jî di danûstandinên warê sektora wize (neft û gaza siruştî), asayîşa leşkerî, darayî, aborî û bi taybetî pirsên yasayî û destûrî de ligel hikûmeta fîderal, hêz û şiyana manovrdaneke zêdetir dide Herêma Kurdistanê.

Li ser asta karaktera siyasî ya Neçîrvan Barzanî, ev navbeynkarî motîveya veguhastinê bû ji serkirdeyekî navçeyî ve bo siyasetmedarekî navdewletî (Statesman) ku xwedî prestîja “navbeynkar” (Mediator Prestige) e û biryardestên cîhanî ji bo çareserkirina qeyranên kûr penayê dibin ber wî. Bi riya encamdana karekî hevsengiyê yê hûr di navbera cemserên îdeolojî û ewlehî yên dijber de (ji Washington û Tehranê heta Enqere, Şam û paytextên Kendavê), Neçîrvan Barzanî doktrînekî nû ji bo mayîna Kurd darişt.

Ji nêrîneke din ve, di naveroka dîplomasî û doktrîna siyasî ya Neçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê de hevkêşeyeke veşartî lê zêrîn heye ku bi vî awayî ye: Akterê nedewletî dema ku pêgeh û rola wî di hevkêşeyan de lerzok û lawaz dibe, êdî mayîna wî dikeve metirsiyê û giringiya wî ber bi pûçbûnê diçe û heta gef li ser ewlehiya hebûna wî jî çêdibe. Lê Serok Neçîrvan Barzanî bi têgihiştina ji vê rastiyê dixwaze erk û rola nû ji bo akterbûnê û bi vê pêyê jî asayîş û mayîna Herêma Kurdistanê û bi giştî Kurd di navçeyê de pênase bike an jî darije. Wate, doktrînek ku tê de rol û pêgeha akterbûna Kurd ji dabirker û sotemeniya milmilaniyê ve tê guherîn bo biyekgihêner û endazyarê rasteqîn ê hevsengker û aramiyê li Rojhilata Navîn de.

Ji vê rûangeyê ve gelek giring e li ser asta navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî ev rola Neçîrvan Barzanî li ber çav bê girtin, bi taybetî di guftugoyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û şikandina qeşaya navbera aliyên siyasî de; ku niha Herêma Kurdistan gelek pêwîstî bi vî cureyê dîtin û vîzyonê heye.

Çavkanî: Mala Hizrî ya Kurdistanê – Malpera Pênûs (https://penus.krd/?p=5268)

Back to top button