CîhanFlaş

Serokê Parlementoya Îranê serdana exdayê dike

Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi serokatiya şandeke pilebilind gihîşt Bexdayê, paytexta Iraqê bajarê. Tê payîn ku Qalîbaf di vê serdana xwe ya çend rojî de ligel serokatiyên Iraqê û serkirdeyên Şîe bicive.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, Mihemed Baqir Qalîbaf îro 19ê Tebaxê gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê rayedarên Iraqî ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan, Qalîbaf dê serdana cihê ku fermandarê berê yê Hêza Qudisê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendîs lê hatibûn kuştin bike û li wir gotarekê pêşkêş bike. Suleymanî û Muhendîs di sala 2020an de di encama êrişeke esmanî ya Amerîkayê de li nêzîkî firokxaneya Bexdayê hatibûn armancgirtin.

Tê payîn ku Qalîbaf û şanda pê re ligel Serokê Perlemana Iraqê Heybet Helbûsî, parlamenter û Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Perlemanê bicivin. Piştî van hevdîtinan, Qalîbaf dê ligel her sê serokatiyên Iraqê (Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Perlemanê) jî hevdîtinan pêk bîne.

Herçend di daxuyaniyên fermî yên Îranê de armanca serdanê wekî “xurtkirina têkiliyên dualî, asayîşa sînoran û îmzekirina peymanan” hatibe nîşandan, lê çavkaniyên taybet balê dikşînin ser mijarên din.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên ji “Çarçoveya Hevahengiyê” dane nûçegihanê Kurdistan24ê; Qalîbaf dê ligel serkirdeyên “Bereya Berxwedanê” û serkirdeyên Şîe bicive. Tê gotin ku di van hevdîtinan de mijara herî girîng û hestiyar, “çekdanîna grûpên çekdar” e ku dê bi awayekî hûr were gotûbêjkirin. 

Back to top button