FlaşPolîtîk

Ocalan:”Armanca min ew e ku ez welat û dewleta xwe bêtir xurt bikim û alîkariya wê bikim.

Nivîskarê rojnameya Tirkî Sozcu Saygi Ozturk, behsa dengdana pêvajoya ”Tirkiyeya bê teror” dike. Ozturk di nivîsa xwe de dibêje:

Qanûna çerçovê li hevtinekî Parlementoyê de hate erê kirin.Hinekan tilîlî dan, hinekan îşareta serkeftina kirin , parlementerekî AK Partiyê dia ji Ocalan re kir. Heta ji berî salekî ew parlementerên DEM û MHPê silam jî nadan hevûdin ,vê carê hev pîroz kirin. Destê hev girtin û hinekan jî rûyê hevmaş kirin. Heta !ê oktoberê çûn bêhnvedanê. Dema ev qanûn derket, digotin emê gelekî hay ji malbatên şehîdan û gaziyan hebin.Lê ev bi tenê di gotinê de man.

Hêjî dixwazin ew ”teroristên” li bakurê Iraqê û Sûriye dimînin çekên xwe radest bikin da ku feydeyê ji efûyê bibînin. ”Terorist” navên kod yên cuda bi kartînin kî di çi çalakiyê de amadebûne nayê zanîn. Herkes dikare bêje ku; Ez tevlî tu çalakiyekî nebîme û cezayek hindik bigre.

ÖCALAN EV DAXWAZÎ KIRÎBÛ

Piştî ku Ocalan anîn Tirkiyeyê û îfadeya xwe da, Öcalan di 22ê Adara 1999an de nameyek ji Serdozgerê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Enqerê (DGM) Cevdet Volkan re nivîsand û got, “Ez dixwazim hinek tiştên din bikim.” Roja 3yê Nîsana 1999an de, Serdozger Cevdet Volkan û Dozger Talat Şalk re serdana Îmraliyê kir, Ocalan  xwesteka xwe ya alîkariya dewletê diyar kir û daxwaza xwe wiha anî ziman:

“Armanca min ew e ku ez welat û dewleta xwe bêtir xurt bikim û alîkariya wê bikim. Min tu hêviyên şexsî tune ne. Ger derfet çêbibe, ez amade me ku agahdariya pêwîst bidim û rêxistinê li gorî qanûnê vegerînim. Divê dewlet di vî warî de rola xwe bilîze. Berpirsiyariya dewletê ew e ku rêziknameyên qanûnî yên pêwîst ji bo misogerkirina aştiya navxweyî derxîne. Ev di serî de qanûnek efûyê ji bo kesên li çiya û girtîgehan vedihewîne, da ku ew ji nû ve tevlî civakê bibin. Ez amade me ku bi her awayî ku ez dikarim di vê mijarê de beşdar bibim.”

Back to top button