FlaşPolîtîk

PYD hêja bi kuştinê tehdît dike..!

Ofîsa Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ragihand ku endam ên wê rastî gefa kuştinê ji aliyê PYDê ve tên û bang li aliyên peywendîdar kir ji bo serederiyê li gel van binpêkirin.

Ofîsa Yasayî ya îro di daxuyaniyekê de got ku hevrêzkarê giştî yê ofîsa yasayî ya ENKSê û endamê Encûmena Gel Ridwan Sîdo rastî gefa kuştinê ji aliyê serkirdeyekî PYDê ve hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, endamên dezgehên ewlehî yên PYDê hewla revandina endamê desteya yasayî ya ENKSê Sîdad Seyid Mecîd jî dabû.

Daxuyaniyê da zanîn ku wan ofîsa fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî bi van gefan agehdar kiribû lê hîn ew kiryar berdewam in.

Ofîsa Yasayî ya ENKSê got ku ev kiriyar bê sizadan derbas nabin û ew bangê li aliyên peywendîdar dikin ji bo serederiyê li gel van binpêkirin û tawanên metirsîdar.

Back to top button