Polîtîk

Serokê Kurdistanê beşdarî li Davos ê dike

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê li daxuyaniyek de ragihand ku birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî, êvariya doh çarşem 15/01/2014 bi mebesta serdan kirina çendîn welatan, berev Ewrupa birêket.

Fuad Husên her wiha eşkere kir ku Serok Barzanî li vê geştê de serdana çendîn welatan dike û guftûgo li gel gelek li Serok û Berpirsên wan welatan dike û rêzdar beşdarî li korbenda Aboriya Cîhanî Davos dike ku li rojên 22-25 ê vê mehê li Swîsre birêve diçe û li vê korbendê de Serokê Herêmê komek hevdîtin û çavpêketinê li gel serkirdeyên beşdarbuyan de dibê û di derbarê rewşa aborî û siyasiya Iraq û Kurdistan û herêmê de beşdarî li çend civînan de dike.

Hêjayî gotinêye eve duyem care Serok Barzanî beşdarî li vê korbenda cîhanî de dike û vexwendina rêzdar jî ji bo vê korbenda berfireh ku hejmarekî zêdeyê serkirdeyên welatên cîhanê têda amade dibin, pêgeha pêşketiya aborî û siyasiya Herêma Kurdistanê diyar dixe ku bi cûreyek li pêşve çûye û li ser astên cûda cûda de bûye cihê girîngiya navendên girîngên cîhanê.

Şanda li gel Serok Barzanî ya li vê geşta Ewrupa de ji birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistan, Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveya Hikûmeta Herêm û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatiye.

Back to top button