FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Balyozê Iraqê li Spanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Dr. Elî Şemran, Balyozê nû yê Iraqê li Spanyayê kir.

Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz Elî Şemran kir bi boneya destbikarbûna wî wek Balyozê nû yê Iraqê li Spanyayê û hêviya serkeftinê di karên wî de jê re xwest, herwiha tekez li ser pêşxistina zêdetir a peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Spanyayê kir, bi awayekê ku di berjewendiya hemû aliyan de be.

Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Iraqê li Spanyayê digel derbirîna kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û pesindana rola rêzdar li navçeyê de, tekez li ser hewldanên ji bo zêdetir xurtkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Spanyayê kir.

Gotûbêjkirina rewşa Iraqê, dawî pêşhatên navçeyê û çawaniya zêdetir xurtkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de ligel Spanyayê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Back to top button