FlaşPolîtîk

Dilşad Şehab: Ti gefek taybetî li ser Herêma Kurdistanê tune ye

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje ku ti gefek taybetî li ser Herêma Kurdistanê tune ye û rola ku Herêma Kurdistanê lîstiye herî kêm zirar daye.

Dilşad Şehab, berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê , got ku rewşa Rojhilata Navîn tevlihev e û ne taybetî ye bo Kurdistanê. “Rola ku Herêma Kurdistanê lîstiye herî kêm zirar daye, Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide gavên Birêz Zeydî ji ber ku gavên wî yên aborî û ewlehiyê bi gelê Iraqê ve girêdayî ne,”

Şehab got: “Dahata Iraqê bi giştî kêm bûye û ji bo her kesî gef e. Kêmbûna dahata Iraqê gef e li ser derengketina mûçeyan û jiyana mirovan,”

Back to top button