FlaşPolîtîk

Guhertinên mezin di nava DEMê de çêdibin..!

Di çarçoveya “Tirkiyeya bê teror” berê herkesekî li ser pêşnûmeya ji 12 madeyan ku pêşkêşî Parlementoyê hatî kirine.

Di pêşnûmeya qanûnê de rêziknameyên tedbîrên cezakirinê yên piştî ku PKK dev ji çekan berde, heye. Di dema ku 360 parlamenteran li Parlementoyê îmze avêtibûn pêşnûmeqanûnê. Lê hemû parlementerên DEMê ev pêşniyara Qanûnê îmze nekirin.Ev yek bûye mijara gotubêjekî berfireh.

Rojnemevan û parlementerê berê yê AKPê Şamil Tayyar di bernameya TGRT Haberê de, geşedanên heyî nirxand û bal kişand ser rewşê û destnîşan kir ku di nava Partiya DEM’ê de nakokî hene. Tayar got: “Eşkere ye ku DEM tengezariyeke navxweyî dijî.”

Tayyar îdia kir ku piştî ku pêvajo bigihîje armanca xwe, dê di Partiya DEMê de kongreyek were lidarxistin û di rêveberiya partiyê de guhertinên girîng dê çêbibin.

Tayyar got: “Piştî ku pêvajoya çareseriyê bigihîje armanca xwe, dê di DEMê de pêvajoyek kongreyê hebe û dibe ku navên ku em wekî ‘çepên Tirk’ bi nav dikin, dê di rêveberiya nû de cih negirin.”

Dûv re Tayyar daxuyaniyek girîng derbarê rêveberiya heyî de da: “Dibe ku rêveberên heyî jî biçin.”

Back to top button