FlaşPolîtîk

Çandar: Ji bilî 3 kesan kesek tiştekî nizane..!

Parlementerê DEMê Cengiz Çandar daxûyakirin ku, qanûna ku demkî ya ji bo PKKê hati amadekirin, dê heftiya pêşîya me de werê Parlementoyê. Çandar dibêje ku, naveroka vê qanûnê tenê 3 kes dizanin. Serokkomar Tayib Erdogan, serokê MITê Îbrahim Kalin û Abdullah Ocalan.

Çandar dibêje: kasî ku ez dizanim gerek îro roja duşembê reşnivisa qanûnê werê parlementoyê. Piştî komisyonê re derbas bibe dê di 24 demjimêra de werê parlementoyê. Gerek roja 6 yan jî 7ê mehê qanûn ji parlementoyê derbas bibe. Ji xwe piştre betlana parlementoyê jî destpê dike.

Çandar dibêje heta wek vê gavê kesek ji DEMê tiştekî ji naverokê nizane. Tenê Erdogan ,Kalin dizanin ihtimalek mezin hayê Ocalan jî jê heye.

Back to top button