
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di salvegera jenosîda Êzdiyan de…
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta 12mîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî peyamek a bîranînê ragihand.
Peyama Nêçîrvan Barzanî:
Îro bi xem û êşeke kûr ve, bîranîna diwanzdeh saliya tawana jenosîd û komkujiya welatiyên me yên Êzdî bi bîr tînin. Di vê bîranîna bi êş de, serê rêz û hurmetê li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û bi hemû rêz û wefadariyê ve wan bi bîr tînin.
Tawana jenosîda Êzdiyan û dîlgirtina keç û jinên wan û wêrankirina mal û perestgehên wan, birîneke vekirî ya dil û derûna gelê Kurdistanê ye. Mixabin welatiyên me yên Êzdî piştî diwanzdeh salan jî, hê jî baca nakokiyên siyasî û amadebûna hêzên çekdar ên neyasayî didin.
Ji vir ve tekez dikin ku erka Hikûmeta Iraqa federal e ewlehî û avedaniyê ji bo Şingalê vegerîne, Rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re cîbicî bike, kar ji bo parêzgehbûna wê bike û hêzên neyasayî herêmê bi cîh bihêlin da ku koçber vegerin ser cih û warên xwe.
Em welatiyên xwe yên Êzdî piştrast dikin heta ku revandiyek jî mabe, tîma nivîsîngeha me dê berdewam be li ser karên xwe yê ji bo rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan. Herwiha em ê berdewam bin di hewlên xwe yên navneteweyî de heta ku tawanên DAIŞê li ser asta cîhanê bi tevahî wek jenosîd bêne naskirin.
Di vê bîranînê de, spas û rêzdariya xwe ya kûr pêşkêşî xelkê mêvanperwer ê Dihok û Behdînanê bi giştî dikin ku di kêliyên dijwar de deriyê mal û dibistan û mizgeftên xwe ji aware yên Êzdî re vekirin. Herwiha spas û rêzdarî ji bo wan hemû welatên ku wê tawanê wek jenosîd nasandine û bi her şêweyekî be alîkariya Êzdiyan kirine.
Silav li berxwedana civaka Êzdî, silav ji bo giyanê pak ê şehîdan û wan hemû Pêşmergeyên qehreman ên ku di wan rojên dijwar de bi fermandariya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, efsaneya DAIŞê têkşikandin û canê xwe ji bo azadkirina Şingalê û parastina rûmeta niştiman bexşîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/08/2026


