
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi destpêkirina pêşkêşkirina xizmetan bi zimanê Kurdî li Navenda Çareseriyê ya ALO 153 gaveke girîng ber bi nêzîkatiyeke pirzimanî ya xizmetguzariyên şaredariyê ve avêtiye. Ji îro pê ve, zaravayê Kurmancî yê Kurdî li zimanên xizmetê yên ku li navenda bangê têne pêşkêş kirin, ku welatî dikarin daxwaz, pêşniyar û giliyên xwe lê bikin, hatiye zêdekirin.
Navenda Çareseriyê ya ALO 153, ku di bin Beşa Têkiliyên Giştî ya Şaradariya Bajarê mezin a Stanbulê de dixebite, berê xizmet bi Tirkî, Îngilîzî û Erebî pêşkêş dikir. Bi vê rêziknameya nû, welatiyên ku bi Kurdî diaxivin jî dê bikaribin serlêdan, daxwaz û giliyên xwe yên di derbarê xizmetguzariyên şaredariyê de bi zimanê xwe yê zikmakî pêşkêş bikin. Tê payîn ku ev sepan, ku rojane ji hêla deh hezaran niştecihên Stenbolê ve tê bikar anîn, gihîştina xizmetguzariyên şaredariyê hêsan bike û welatiyan bihêle ku pirsgirêkên xwe bi bandortir bi zimanê xwe vebêjin.


