
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hama Seîd Salih Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Perwerde yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdulrehman Tirko û şandeya pê re kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, ev serdana fermî ya Tirko bi mebesta beşdarbûna di kar û xebatên “4emîn Korbenda Perwerdeyî ya Kurdistanê” de pêk tê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, beşdarbûna di forumê de, di çarçoveya xurtkirina hevkariya perwerde û hîndekariyê, pevguhertina ezmûn û serpêhatiyan û gotûbêjkirina asoyên hevkariya hevbeş de ye, ku xizmeta pêşxistina proseya perwerdeyê dike.
Korbanda Perwerdeyê ya Kurdistanê ku sibe 30î Tîrmehê dest bi karê gera xwe ya çaremîn dike, platformeke mezin e ji bo pevguhertina ramanan û parvekirina ezmûnan di warê perwerdeyê de. Herwiha şiyana wê heye ku sûdê bigihîne hemû wan herêmanên ku dixwazin sîstemên xwe yên perwerdeyê baştir bikin.


