
Artêşa Iraqê ragihand ku, hêzên Amerîkî û Siûdî êrîşê çend baregehên fermî yên li deverên cuda yên Iraqê kirine di encamê de çend kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Roja Çarşemê, 29ê Tîrmeha 2026an, Lijneya Heşdî Şabî di daxuyaniyekê de got: “Vê sibehê, çend baregehên fermî yên Lijneya Heşdî Şabî li deverên cuda yên Iraqê rastî êrîşeke terorîstî ya xayîn ji aliyê hêzên Amerîkî û Siûdî ve hatin.
Li gorî daxuyaniyê, di êrîşan de hejmarek çekdar hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne, ji bilî zirara giran a li avahî û milkên rêxistinê.
Heşdî Şabî êrîşan wekî “pêşkeftinek xeternak” û “binpêkirina serweriya Iraqê” bi nav kir û got: “Ev hedefgirtina saziyên ewlehiyê yên fermî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Aliyên peywendîdarlêkolîna rewşê dikin û pêvajoya nirxandina qurbaniyan berdewam dike.”
Heşdî Şabî dibêje ku piştî agahdarî û nirxandina zirarê, ew ê bêtir hûrgulî û pêşketinên dawî ji raya giştî re eşkere bike.
Fermandarê operasyonan got ku di êrîşeke li ser hêzên Heşdî Şabî de li parêzgeha Nînewa, heşt çekdarên Heşdî Şabî hatine kuştin û çar yên din jî birîndar bûne.


