FlaşNivîsar

Em û partiyên me yên Kurdistanî!!!

Îro li gor projeyên dewletê, li gor gotin û rê nîşandana Evdila û li ser destê DEMê tunekirina kurdan tê meşandin, Ji bona pêşî li vê bê girtinê, divê em kurdên din li gel tevger û partiyên xwe yek deng bin û xwedî yek helwest bin.

Bûbê Eser

Berî her tiştî ez dixwazim vekim ku em kîne ango niyeta min û navaroka vê nivîsa li ser EM ê ne, ew em kîne? Ez ê bi awayekî giştî li ser vê rawestim. Dûre jî ez ê nerîn, helwest, kar û xebatên partiyên me yên kurdistanî ku niha li bakurê Kurdistanê di nava kar û xebatê dene jî hinekî vekim.

Em kîne?

Qesta min di vê nivîsê de wê ew be ku em ew kesên rewşenbîr, nivîskar û hin ji siyasetmedarên me yên ku em li ewropa ne, kîne û bi çi mijûl in?

Gelek ji me û ez bi xwe jî di nav de ku belkî ê herî rexneyan li tevgera bakurê Kurdistanê digire ez bim. Helbet rexneyên çêker dê fêde xwe jî gelek bin. Lê dema em ango EZ rexnan dikin, gelo em rewşa partî, kes û kesayetên li bakurê Kurdistanê di nava kar û xebatê de ne, baş dizanin?

Ji xwe pirs ji virde destpê dike û ez li ser xwe bêjim ku em rewşa wan baş nizanin an fêm nakin. Loma jî carna her çiqasî rexneyên me çêkir jî bin, em bi wan, tadê li partiyên xwe yên siyasî û xebatkarên wan, endamên wan û kadroyên wan dikin.

Ji ber ku em ne li welêt in. Şert û mercên nava welêt çi ne û çilo ye em baş nizanin. Ji ber vê jî em di hin rexne û gotinên xwe de hevalbend û dostên kar dikin, diêşêşînin.

Ez bi xwe gihiştim wê baweriyê ku di serî de ez û hinên din jî em bi rexneyên xwe, xebatkarên nava welêt, heval û hogirên xwe, nas û dostên xwe, qadir û rêvebirên  partiyên Kurdistanî diêşînin.

Ji ber ku ew di nava gelek şertên zor û dijwar de kar dikin. Ew her roj bi tirsa girtin an ji karê xwe avêtinê dijîn. Desthilata tirkan weha kiriye ku tu zêde behsa welatparêzî, kar û xebatên rêxistinî bike, te û yên kar dikin û dibêjin, yek ser digirin. Bi girtina kesên weha jî çend kes û mal dê çawa bijîn, dibe cihê lêpirsînê.

Dibe me ango min heta niha ev baş fêm nekiribe loma jî bi rexneyên xwe, wan canik û camêrên kar dikin êşandibin û diêşînin. Ji dêlva vê pêwîst e em ango bi taybetî ez êdî rewşa kesên li bakurê Kurdistanê di nava kar û xizmetên welatparêzî bi rêya partiyên siyasî kar dikin, ji wan re bibin alîkar da ku bêtir kar bikin.

Heger ne ji wan partiyên me yên Kurdistanî û wan kadroyên ku kar dikin bana, hûn bawer bikin niha li ser destê Kemalîstên kurd doza kurd û kurdistanê nema ba. Loma jî divê em bi hebûna wan li gel hin kêmaniyên wan jî, ji wan re bibin alîkar da ku karên xwe yên ji bona doza gelê xwe bi rehetî bidin meşandin.

Hebûna partiyên Kurdistanî li bakurê kurdistanê gelekî girîng û pêwîst e. Her çiqasî kêm jî bin, kêm qawet û ne xwedî hêzên mezin jî bin, ew hebûna wan ji bona dagirker û pêgirtên wan têr dike. Heger ew jî tunebana, dibe ku îro navê Kurdistanê jî li bakurê Kurdistanê nehatiba gotin.

Ji ber vê niha baş fêm dikim ku di serî de ez û hinên weke min jî ku me heta niha bi rexneyên xwe yên ji bona xebatên baş, kes û kesayetên hêja êşandinin. Ji ber ku em bi salan e li derveyî welêt dijîn. Şert û mercên welêt weke yên ewropa dihesibînin û daxwaz an rexne dikin ku çima ew zêde kar nakin.

Aha şaşiya min û ya me hinan ji virde destpê dike. Lewra dema şaşî hate dîtin divê êdî mirov dev jî wê berde ku êdî ez ê jî li gor vê tevbigerim. Armanca min û hinên weke min ku em gelek caran rexneyan dikin, tenha ji bona kar û xebatên hevbeş in.

Her çiqasî armanc ev jî be, em di hin nivîs û gotinên xwe de ku rewşê, şert û mercan baş naxwînin loma jî ew şaşî têne kirin ku ez an em, dilê bi rastî hin kesên dixwazin karekî bikin, dihêlin.

Ez bi xwe êdî nema weke berê û li ser asasê weke ku ez dixwazim an difikirim ku kar nabe, partiyên Kurdistanî û kadroyên wan yên hêja rexne dikim, dev jî berdidim. Ez dizanm min  bi hin nivîsên xwe hin canik û camêr êşandinin, ji bona wê jî lêborîna xwe dixwazim.

Helbet divê rexne hebin û rexneyên çêkir ku ne êrîşbin dê fêda xwe ji tevgera bakurê Kurdistanê re hebin. Em ew kesên weke nivîskar û siyasetmedarên kurd ku li ewropa dijîn, bi zanîn û têgihiştinên xwe, bi bîrewirî û dûrbiniyên xwe divê em ji heval, dost û partiyên xwe yên siyasî re bibin alîkar da ku asimlasyona niha tê û wê bê serê kurdan rawestînin. Ew bi hêz û qawetên hevbeş, hevdu qebûlkirin û li ser xeteke neteweyî bi xweşbiniyê dibe.

Ez ê êdî bêtir hay ji nivîsên xwe, nerîn û dîtinên xwe, şirove û helwestên xwe hebim. Heta ji min bê ez ê bikaribin ji heval, dost û nasên di nava agirê hin kurdan û dewleta dagirker pêxistine ku welatê me bişewitîne û ew jî bi îmkanên qels, di nava tirs û xofa dagirkeran de kar dikin ku wî agirê vemrînin  û welatê xwe însanên xwe bê altarnatîf nehêlin, bibim alîkar. Yanî êdî ez ê bi temamî dev jî rexneyan berdim.

Ji xwe di şert û mercên niha de tu fêda rexneyan jî ji tevgera bakurê Kurdistanê re tune ye. Ez ê êdî hemî hêz û qaweta xwe bidin karê nivîsandina afikrandina berhemên nû. Gelek kar li pêşberî min e û gelek berhemên divê bêne weşandin di kadîna min de ne. Berî mirinekê dixwazim wan biqedînim û pêşkêşî we hêjayan bikim. Di vî warî de spasî weşanxaneya ”Akademiya Zîlanê” dikim ku dê ji min re bibin alîkar.

Îro li gor projeyên dewletê, li gor gotin û rê nîşandana Evdila û li ser destê DEMê tunekirina kurdan tê meşandin, Ji bona pêşî li vê bê girtinê, divê em kurdên din li gel tevger û partiyên xwe yek deng bin û xwedî yek helwest bin.

Em bi hevre pêşiya kar vekin. Ji bona altarnatîfeke kurdistanî dest bidin hev, da ku bikaribin pêşî li vê asimlasyona ku tê kirinê bigirin. Ji niha û pêde ji dêlva rexneyan, ez ê bêtir bibim xwedî pêşniyar da ku kar baştir bê kirinê… EM BI HEVRE XURTIR IN…

Her şad, bextewar û xizmetkarê gelê xwe bin.

Back to top button