Nivîsar

Qedexekirina ziman

Pêşgotin
              
  .Çi, ku ezê naha bêjim ne tiştekî tezeye. Berî sedan salan şaêr u fîlosofê kurd Ahmedê Xanî nivîsiye ser bêtifaqya  kurdan ‘’Gişt dijminên kurdanin, kurd Jî dijminê hevin.’’J i gotinên vî camêrî sê qurn derbas bune, lê kurd ça bune, usa jî mane, tu tişt nehatiye guhartin. Gelo eva ne titagêdîye? Ne bedbextîye, wekî yek rabe dev bavêje I. Bêşîkçî.? Bêşîkçî ji gelek kurdan kurdtire. Bi gotinekê, ew tiberke, kes gerek turuş neke herêda.
 
Naha em bên ser têma esasî, ya  vê nîvîsê!
Di dîrokêda dinyaêda mînakeke usa tune, wekî dîktatorek yan jî welatekî dagirker hewil bide zimanê miletekî ji kokêva rake. Yek.-ev tişt ne momkêne, ya duda jî, ne maqule, şerme. Lê were binêre, Turkiye, ku xwe wek welatekî pêşketî dihesibîne, bi bêehleqî zimanê kurda qedexe kiriye u nehiştiye,  ku dê u ewled bi zimanê şîr  u xunê bi hevira bıaxivin. 

   Tirka 1,5 mîlyon ermenî qirkirin, dîsa jî zimanê wan ma. Eynî tişt em ji bo cihuyan dikarin bêjin(holokost).
  Di destpêka qurna 20-an, Ataturk, ku bikaribe raya kurdan bikışıne aliyê xwe, sozên  ji serê xwe mezintir dide kurdan…Qaşo, wê her tiştî bo wan bike. Lê, gava ciyê xwe digire, riyê xweyî rast, yê ruvî, nîşanî kurdan dide…Dı qanuna bingehîn da zimanê kurdî, çand u kultura wan qedexe dike. Bêvijdanya wî digihîje wê derecê, ku heta malda axaftina bi kurdî suc hat hesibandin. Durai turka çanda kurda, ku bi qurnan hatibu efrandin, talankirin.
  Lewra, îdolojiya kemalîzmê, bi temamî, ser hîmê derewan hatiye avakirin. Zîya Kokalp 15 sal berî Hîtlêr u 7 sal berî Mosolînî îdolojiya xwe, ya şovên, ronî kir. Ewî digot’’Welat bo tirkekî ne Turkiyeye, ne jî Turkistan, welatê tirka, yê heta-hetayê Turanîye(Turanyelik)’’

  Ser vî esasî dest bi wehşetiyê, bırîn u kuştinê kirin. Hemîd Bozarslan(turk) di kitêba xweda ‘’Kemalîzm uzerine têzler’’, Uppsala, 1981, dinivîse- ‘’ Di bin împêratorya Osmanî da, gava eskerekî serê jinekê yan zarokekê banya, dihat xelatkirin. Doktorê alman Rîxtêr ser ermenya êkspêrîmênt(cêribandin) dikir, paşê ew metod ser cihuyan hat bikaranîn.’’ Pırsa ermenya turka bı komkujiyê safî kirin. Xwastin tevkujiya kurdan jî bi tunekirina zimên va mîaserkin, lê kurd, wek hestukî, dı gewrya wanda man.

Sala 1918 Roma Reş(Turkiye) li kurdên êzdî ji hate xezebê, tevkujî u cîşehidandin himber wan dan mîaserkirin. Nava şevekêda gund hatin valakirin u şewitandin. Du van kirinên  wehşîra, Ataturk dest bı piropaganda pesindana turkan kir’’Bexteware ew, kê bêje ez turkim,’’yan jî ’’ Turkim, jîrim, çeqilmastim…’’Ji xwe miletekî hêja, pêyvîstiya wî bı rêklamê nake. Gotineke yunanî divêje’’Tu nıkarî bibî haqimê xwe.’’

Ataturk derewek kir, milet jî bawar kir. Lê gava hêrs diket, ewî digot, ‘’Min hun anîne ser hev, ezê jî we beredayîkim, kengê bixwazim.’’
 Idî axaftina bi kurdî dahat wetaya mirinê, lê axaftina bi turkî şeref u hurmet,
xizmeta bo turkan serfirazî, lê berxudana netewayî şerm u sosretî dıhat hesibandin.

   Gerek bê gotin, wekî piranya îdîolojên tirkan, cihune. Ataturk bı xwe jı mason bu-çevkanî’’Cihu li Turkiyê…’’rupel 29, Salên Zehrdîn. Hukumeta Turkiyê vî tıştî înkar dike, lê ensîklopêdiya cihuyan jî destnîşan dike, ku Ataturk cihuyê dyonmeye. Her waha, dı arşîvên Birîtanya da jî ev belge tên xweykirin.
  Divêjin, wan cihuyan, belkî bı zane her tişt bo turkan kirine, wekî vî miletê barbar bikin bela serê dunyaê, wê dunyaê, kîjanê bı çevekî dijminatî lı cihuyan dinêre…

Ji xwe kurda u ermenya Turkiye rakirin ser niga, Volfgang Gust(alman) dinivÎse’’Nenihêrî reqema tirka, ya mezin, reqema xwendekarên ermenî pênc cara ji yê tirkan zêdetir bu’’.

Belê, ermenya u kurda dı postiên mezinda cî digirtin. Karê tirka, ji budkeke biçuk wêdatir, nediçu. Em vekirî dikarin bêjin, wekî naha jî Turkiye bi desê nunerên miletên  ne turkva tê birêvabirin…Turkiye dewsa ku meryên kêrhatî, nemzetên xelata Nobêlê çêke, çevê we ser zeftkirina erdane, ango, heta naha jî mejiyê wan nehatiye guhertin. Duniya tenê yekî ji Turkiyê nas dike, ew Yaşar Kemale, ew jî kurde. Wey halê me kurdan, em di bin destê wî miletîdane…

   Ziman hîmê xwenasiya miletiyêye, em nikarin u naxwzin dest ji zimanê xwe berdin, ber ku zımanê me kurdî u welatê me Kurdistan bi qurna bi hevra vegirtîne. Ev herdu bune qedera miletê kurd. Ser van herdu situnan yekîtiya giyanî( ruhetiyê), wek kela, ava buye.

   Iro Ziman u Welat mîrata her kurdekîye, garanta pêşerojeke ronahî u her waha, garanta berdewamkirina jîyanê
   Loma ez divêjim, riya vegerê tune, em gerekê bi dev u diranan zimanê xwe hişk bigirin u heta dilopa xunê, ya dawyê, têkoşînê bikin, heta zimanê me bê qebulkirin u hurmet pêra bê dayîn, ber ku ewe kilîta azadiyêye di destê meda.

   Zimanê me zimanê Feqiyê Teyran, Ahmedê Xanî, Meleyê Cezîrî, Cîgerxwîne. Ew taca serê me kurdane.
Telebextra, nav meda hene ‘’merî,’’ ji bo kîjana dunya xiravbe jî, xema wan nîne, tenê zikê wan têrbe, evana durin ji hestên mirovatiyê…Navên du parlemênterên BDP ketine bîra min, Demîr Çalîk, ku hukumeta Turkiyê di girtina gênêralên Ergenekonêda gunehkar dike. U Eset Canan, ku li ala Turkiyê xwedî derket. Vê ra divêjin şaluzî u durutiya sîyasÎ, xwe biçukkirin u kut germkirin.

  Li Sovêta berê, dema desthiletiya Stalîn, her tişt bi pilan u kitêb bu. Te dît, ferman dahat, ku ji Ermenistanê 600 kesî sirgunkin, yan jî sicinkin. Dewsa 600-î, 1500 merî sirgun dikirin, ku îzbatkin, wekî ew çiqas, wa gotî, semîmîne u çıqas serokatiya xwe ‘’ hiz dikin.’’ Xwedê merya ji dijminê navxweyî xılas bike, ewana ji Roma Reş jî xirabtirin.

‘’Duru, ça qanun, gişt derewînin’’-Engêl. Gênêralekî gotiye’’Ruhê min bo Xwedê, emirê min bo Welat, şerefa min bo tu kesî.’’
Ez ecêmayî dimînim ev parlamêntarana ça karibune ji alyê miletva bên hilbijartin?  Ne, xwedêgiravî, BDP partîkê kurdîye? ’’Kê dijminê xwe bi dil nefret neke, ew tekoşînê undadike.’’-Şêkspîr

 Em divêjin xuna şervanên kurd badîhewa narije, ‘’Dewetek wê ber derê kurdan jî çêbe’’, em hîvyên xwe qet nabirin, wê rojekê lı Kurdistanê berbangeke azadiyê vebe u roj wê bi zımanê kurdîva destpêbike.

     Aslîka Qadirrojhilatzan, hunermend

Back to top button