CivakFlaş

Li Kermanşahê erhejek bi hêz..!

Li gora ragihandina medya fermî ya Îranê, erdhejek bi pileya 5.7 li gorî pîvana Richter li bajarê Kuzeranî yê parêzgeha Kirmaşanê saet 6:43ê sibê rûda..

Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Enstîtuya Jeofîzîkî ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometreyan de çêbûye. Navenda erdhejê 17 kîlometre ji Kuzeranê, 23 kîlometre ji Gawarayê û 26 kîlometre ji Ruansarê dûr bû.

Erdhej 65 kîlometre ji navenda parêzgeha Kirmaşanê û 98 kîlometre ji Senendecê dûr bû. Derbarê zirarê de ti agahî nehatiye dayîn.

Erdhej li Îlam, Hemedan, Sena, Loristan û li başûrê Kurdistanê li Silêmanî û Helebçeyê hatin hîskirin.

Back to top button